Hêzên gerîla li Gever û Çelê li artêşa Tirk dan
Hêzên gerîla li girê Elîşêr ê Geverê û li Çelê jî li qereqola Girê û girê Koordîne xistin. Hat ragihandin, ku di çalakiyan de gelek leşker mirine.
Hêzên gerîla li girê Elîşêr ê Geverê û li Çelê jî li qereqola Girê û girê Koordîne xistin. Hat ragihandin, ku di çalakiyan de gelek leşker mirine.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, îro saet di 09:30 de, li girê Elîşêr ê ser bi navçeya Gever a Colemêrgê gerîlayan çalakiyek pêk anîn.
LI GIRÊ ELÎŞÊR 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku di vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
Tê gotin, gerîla heta vê wextê jî bi çekên giran li gir didin. Bomberdûmana artêşa Tirk jî dewam dike.
LI ÇELÊ ÇALAKIYÊN LI GIRÊ KOORDÎNE Û QEREQOLE GIRÊ
Wekî din, duh saet di 14:00 de li dijî qereqola Girê ya li ser sînor, ku ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ye çalakî hate lidarxistin. Hêzên gerîla bi hawanan li qereqolê dan û gelek topên hawanê li qereqolê ketin, ji ber vê yekê jî agir bi avahiya qereqolê ket. Li ser hejmara leşkerên mirî û birîndar agahiyeke zelal bi dest neket.
Îro saet di 08:00 de hêzên gerîla bi çekên giran li girê Koordîne yê Çelê dan. Tê gotin ku di vê êrîşê de mirî û birîndarên leşkeran hene, lê agahiyeke zelal bi dest neket.