Erdogan dixwaze akademîsyenên li Elmanyayê bên radestkirin

Rejîma Erdogan dixwaze, akademîsyenên ku ji ber belavoka "Em ê nebin hevparê vî sûcî" hatin darizandin û piştre xwe li Elmanyayê girtin, bên radestkirin. Der barê hin akademîsyenan de bi daxwaza Tirkiyeyê li dadgehên Elman doz hate vekirin.

1128 zanyaran, di Hezîrana 2016'an de polîtîkaya hilweşandin û operasyonên desthilatdariya Erdogan ên li Kurdistanê rexne kirin û mohra xwe danîn binê belavokek bi sernavê "Em ê nebin hevparê vî sûcî". Di serî de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, desthilatdariya AKP'ê nerazîbûneke tund nîşanî van akademîsyenan dan û li hemberî wan doz hatin vekirin.

Piştre, bi rêya biryarnameyên di hukmê qanûnan de, akademîsyenên navborî ji zanîngehan hatin avêtin. Bi qasî sed ji van akademîsyenan di nava salekê de xwe li Elmanyayê girtin. Rejîma Erdogan, doza li hemberî van akademîsyenan vekir, niha li dadgehên Elman didomîne.

Li gorî nûçeya hevpar a rojnameya Suddeûtsche Zeîtûng û qenalên televîzyonê NRD û WDR, li dadgehên bilind ên eyaletê yên li Koln, Berlîn û Munchenê, bi daxwaza dozgeriya Stenbolê der barê van akademîsyenan de bi îdîaya "Propaganda rêxistina terorê kirine" doz hatine vekirin.

XETERIYA DERSÎNORKIRINA AKADEMÎSYENAN NÎNE!

Di rojên dawî de, dadgehên Elman ji 5 akademîsyenan re name şandin û ji wan re gotin ku der barê wan de doz hatiye vekirin. Hat ragihandin, ku dadgerên Elman wê li gorî biryarên beriya niha yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), van akademîsyenan radestî Tirkiyeyê nekin.

Di destpêka meha Cotmehê de, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna xwe ya li se akademîsyenên mohra xwe danîn binê belavoka "Em ê nebin hevparê vî sûcî" de, bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê kirine" doz vekir. Dozgerî dixwaze akademîsyen bi 7,5 salan bê cezakirin.

Di çarçoveya gilînameyê de ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin, tê gotin ku rejîma Erdogan zextê li Wezareta Edaletê ya Elman dike û doz jî bi vî rengî gihîştiye ber destê dadgehên Elman.

HERÎ ZÊDE ERDOGAN JI BELAVOKÊ ACIZ BÛBÛ!

Erdogan ê ku ji belavokê gelekî aciz bûbû, bi van gotinan nerazîbûn nîşan dabû: "Ev muswedeyên rewşenbîr radibin dibêjin ku dewletê komkujî kiriye. Ey muswedeyên rewşenbîr hûn tarî ne. Hûn ne ronî ne." Di nava demeke kin de, gelek beşên civakê piştgirî dan akademîsyenên ku mohra xwe danîn binê belavokê.

Piştre, Noam Chomsky, Mîchael Lowy, Tarik Alî, Bertell Ollman, Mîchael Lebowîtz, Vîjay Prasad, Neîl Faûlkner, Robert Brenner û Fred Moseley jî di nav de gelek akademîsyenên li cîhanê navdar in bi sernavê "Bes alîkariyê bidin DAIŞ'ê. Bes Kurdan bikujin" mohra xwe danîn binê belavokeke din.