Akyol ê YPS’yî li Bernê hate bibîranîn
Leyla Akyol (Ronahî Reşo) a YPS’yî li Bernê ya Swîsreyê hate bibîranîn. Di axaftinan de hate gotin têkoşîna Akyol wê di berxwedana Kurdan de bijî.
Leyla Akyol (Ronahî Reşo) a YPS’yî li Bernê ya Swîsreyê hate bibîranîn. Di axaftinan de hate gotin têkoşîna Akyol wê di berxwedana Kurdan de bijî.
Leyla Akyol endama YPS-Jinê ku di dema berxwedana xwerêberiyê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dayî li Bernê ya Swîsreyê bi bernameyekê hate bibîranîn. Di bernameyê de, ku li NCDK-Bernê pêk hat li gel malbata Akyol gelek Kurdistanî jî amade bûn.
Di hêwana bîranînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Akyol hatin daleqandin. Dirûşmên ‘şehîd namirin’ hatin gotin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin, behsa girîngiya şehîdan a ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê hate kirin û hate gotin wê dilsozê bîranînên şehîdan bin.
Di bîranînê de xizmê Akyol Orhan Guneş behsa karekterê têkoşer a Akyol kir û got Akyol biryardar bû û alîgirê azadiyê bû. Guneş got, ‘’Heval Ronahî ti caran serê xwe ji faşîzma dewleta Tirk re serê xwe netewand. Wê hem ji bo nasnameya jinê û hem ji bo nasneya Kurd li ber xwe daye û di berxwedanê de nemir bûye. Em malbat pê şanaz in. Ronahî her demê wê rê şanî me bide.’’
Piştî axaftinan bernameya bîranînê bi dirûşmên ‘şehîd nemirin’ bi dawî bû.