Bi sedan kes îro beşdarî çalakiya rûniştinê ya di roja 8’an de, li pêşiya Parlamentoya Ewropa bûn û ji roja destpêkê ve tevlîbûna hezaran kesî ji bo çalakiyê çêbû. Bi sedan kesên ji welatên cûda yên Ewropa serdana çalakiyê kirin û bi dehan sazî û hevparên wan piştgirî dide çalakiya Kurdistanî û dostên wan.
Îro çalakgeran li pêşiya Parlamentoya Ewropa ya ku 500 metre jî avahiya CPT dûre li hev civiyan. Her wiha çalakgeran posterên Ocalan û alên KCDK-E, PYD, YPG-YPJ, TJK-E û sazî û partiyên Kurdan rakirin.
Çalakiya ku zêdetirî xwe ji jin û ciwnan pêk dihat, her di navbera seatekê de berê xwe didan avahiya CPT û dirûşmeyên bi zimanê Fransî ‘Bê Ocalan Jiyan nabe’, ‘CPT biçe Îmralî’ û ‘Ji Ocalan re Azadî’ qîrkirin.
Çalakvan tevlî bernameyên telvîzyonên Kurdî yên ji aliyê Stêrk TV û Medya Haber ve hatin amadekirinbûn, nêrînên xwe anîn ziman. Bi taybet neketina tevgerê ya saziya CPT’ê bi zimanek tunt rexne kirin. Çalakvanan destnîşan kirin ku saziya CPT’ê yekane saziye ku van fikar û metirsiyên gelê Kurd derbas bike ye.
Di çalakiya li pêşiya KE’yê de ciwanan bi sedan belavok belavkirin, bi gotinî jî agahdarkirin pêk anîn. Ji çalakiyê re eleqeyek mezin hate nîşandan.
Wê sibe jî çalakiya rûniştinê li pêşiya KE’yê dewam bike û wê ji 1’ê mijdarê ve li qada li pêşiya avahiya Konseya Ewropa (KE) ya ku çalakiya Nobeda Ji Ocalan re Azadî lê dewam dike, bi dome.
Di çalakiyê de li ser çend mijarên cuda panel û civîn hatin lidarxistin. Berdevka Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) dilşa Osman wê civînek lidar bixe.