Li Marîgnan û Baselê ji bo Ocalan çalakî
Li bajarê Fransa Marîgan û li bajarê Basel ê Swêdê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Fransa Marîgan û li bajarê Basel ê Swêdê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
MARÎGNAN
Kurdistaniyên ku li bajarê Marîngnan û derdora wê dijîn, bi armanca bal kişandina li ser tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan bi karwanekî çalakî li dar xistin. Girseya ku posterên Ocalan rakirin, rizgarkirina Reqayê jî pîroz kirin.
Di daxuyaniya de hate gotin ku heta ji Ocalan agahî neyê girtin wê çalakî bidomîn.
Li aliyê din bang hate kirin ku tevlî pîrozbahiya 1’ê Mijdarê ya Roja Kobanê ya Cîhanê bibin.
BASEL
Ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Basel ê Swêdê çalakiya bêîtaetiya sivîl hate lidarxisitn.
Di çalakiyê de ku li gara Baselê hatî kirin posterê Ocalan hate rakirin. Di çalakiyê de dirûşm bi zimanê Elmanî hate berzkirin û hate gotin çalakî wê berdewam bin.