Tecrîda li ser Ocalan li Ekaterînbûrgê hate şermezarkirin
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Ekaterînbûrg ê Rûsyayê hate şermezarkirin.
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Ekaterînbûrg ê Rûsyayê hate şermezarkirin.
Nûnerên saziyên Kurdan ên li bajarê Ekaterînbûrg ê Federasyona Rûsyayê, li ser fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan çapemeniyê
Daxuyanî li ber navenda kar a Amazonka hate dayin, tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û bang li CPT û hêzên navneteweyî hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.
Bi navê nûnerên saziyên Serokê Yekîtiya Êzidiyan a Ekaterînbûrgê Xidirê Rizoyê Gogê daxuyanî da û got, "Di serî de gelê Kurd divê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û hêzên navneteweyî vê pêkanîna antî demokratîk qebûl nekin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan mirovekî ji rêzê nîne, ew lîderek e ku vîna gelekî temsîl dike. Lewma di serî de dewleta Tirk divê hemû hêz li gorî vê rastiyê nêzî wî bibin. Ev demeke dirêj e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan nayê girtin, ji ber vê yekê jî gelê Kurd di nava fikaran de ye. Kesekî ku îradeya gelekî temsîl dike, cihê wî nava gel û divê destûr jê re bê dayin ku siyaseta demokratîk bike."