Li Goteborgê pîrozbahiya Kobanê ya bi heybet
Roja Kobanê ya Cîhanê, li bajarê Goteborg ê Swêd ji aliyê Kurdistanî û Swêdiyan ve bi çalakiyeke bi heybet hate pîrozkirin.
Roja Kobanê ya Cîhanê, li bajarê Goteborg ê Swêd ji aliyê Kurdistanî û Swêdiyan ve bi çalakiyeke bi heybet hate pîrozkirin.
Çalakî li meydaneke navenda bajêr pêk hat û posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên 3 şoreşgerên Kurd ên li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, pankarta bi nivîsa "Jin jiyan azadî" û alên PKK, KCK, PYD, YPG û YPJ'ê li ser dika li meydanê hatin daliqandin.
Çalakî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê û Komîteya Rojava ve hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl peyamên xwe dan û diyar kirin, ku berxwedana Kobanê ji bo paşeroja gelên Rojhilata Navîn û têkbirina çeteyên DAIŞ'ê roleke diyarker lîstiye. Qisekeran bang li welatên demokratîk, civaka navneteweyî û saziyên civakî yên sivîl kirin, ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê piştgiriyê bidin.
Seroka Partiya Çep a Bajarê Goteborgê Adrîana Aîres destnîşan kir, ku berxwedana jinên Kurd a li Kobanê bû îlham ji hemû jinan û gelên bindest re. Ji Komîteya Rojava Nîclas Carlsson jî anî ziman ku Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê hêz dane kom û partiyên sosyalîst ên li Swêd û Ewropayê.
Kanîna Barazangî bi navê Tevgera Jinên Kurd axivî û Şoreşa Rojava û Şoreşên Fransa û Îtalyayê anî ber hev û got, "Li Rojava şoreşa jinê pêk hatiye. Di çarçoveya nêrîn û felsefeya Rêber Apo de gelê Rojava rabû ser piyan û ligel zor û zehmetiyan li Kobanê dîrok nivîsand û çeteyên DAIŞ'ê ji hev xist. Li pişt rizgarkirina Reqayê jî ev ruhê têkoşînê heye."
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê Abdullah Devecî jî anî ziman ku li Rojava sîstemeke ku gelên ji hemû etnîk û baweriyan bi rengekî wekhev lê dijîn tê avakirin. Devecî bang li Kurdistanî û Swêdiyan kir ku piştgiriya xwe ya ji bo Rojava zêde bikin.
Koma Dansêy a Bolîvyayê, dansa gel a Latîn Amerîkayê û stranbêjê Kurd Serhedo reng dan çalakiyê. Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG û YPJ", "Bijî Serok Apo", "Bijî biratiya gelan" û "Bijî Şoreşa Rojava" qediya.