HDP: Ev saleke Kişanak dîl tê girtin

HDP'ê xwest, di serî de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hemû hevşaredarên wan ên hatine girtin tavilê bên berdan.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku di ser girtina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a 30'ê Cotmehê hate girtin re salek derbas bûye û niha li Girtîgeha Kandirayê ye.

HDP'ê bi bîr xist, ku Kişanak di hilbijartina herêmî ya 2014'an de bi 396 hezar dengan bi rêjeya 55 ji sedî hatiye hilbijartin, lê ji bo 230 sal cezayê girtîgehê lê were birîn tê darizandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku lêpirsîna destpêkê ya vê dozê û rêvebirina wê bi ti awayî hiqûqî nîne û hat gotin, "Di dosyayê de delîleke hiqûqî ya ku bibe sedem ji girtinê re nîne. Bi sedan kîlometreyî dûrî Amedê dîl tê girtin û tevî ku gelek caran xwestiye, tevlî rûniştina dadgehê nehatiye kirin. Bi vî rengî mafê wê yê parastinê tê astengkirin."

HDP'ê diyar kir, ku desteserkirina zêdeyî 86 şaredariyan bi rêya qeyûman, dijberiya li jinan, demokrasî, vîna gel e û wiha dewam kir: "Qeyûmên ku dijminatiyê li her tiştên bi navê Kurd û Kurdî dikin, bi rêya qedexeyan xwe li pişt parêzvanên leşker û polîsan vedişêrin, nikarin derkevin nava gel. Karên ne li rê yên bi destê qeyûman tê kirin, derketine asta herî bliind. Di hilbijartina herêmî ya dema bê de wê gel biryara xwe bi zelalî nîşan bide."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dadgeriya heyî bi desthilatdariyê ve girêdayî ye, alîgir e û hat gotin, "Di serî de Kişanak, 70 hevşaredar û bi sedan rêveberên şaredariyê yên ji bo xatirê pêkanîna qeyûm hatine girtin, divê tavilê werin berdan."