Şehîdê Herekolê Mehmet Siraç Alp li Ûppsalayê hate bîranîn
Mehmet Siraç Alp (Şervan Azad) û 12 hevrêyên wî ku meha bihurî li Herekolê şehîd bûn, li bajarê Ûppsala yê Swêdê hatin bîranîn.
Mehmet Siraç Alp (Şervan Azad) û 12 hevrêyên wî ku meha bihurî li Herekolê şehîd bûn, li bajarê Ûppsala yê Swêdê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Ûppsalayê pêk hat. Xwişka Alp bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû û got, kekê wê şehîdê tevahiya gelê Kurd e û wê ji bo bîranîna wî hê bêhtir xwe li têkoşînê bigirin.
Serokê Partiya Çep ê bajarê Ûppsalayê Lars Thor peyamek ji bîranînê re şand û xemgîniya xwe ya ji ber şehadeta Alp û 12 gerîlayan anî ziman. Thor diyar kir, ku piştgiriya wan a ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurdistanê wê dewam bike.
Alîkara Serokê Partiya Çep a bajarê Ûppsalayê Yekbûn Alp jî anî ziman, ku îmkanê wê çênebû apê xwe nas bike, tenê bi telefonê pê re axiviye û got, "Dema ku tevlî berxwedana Kobanê bû, bi rêya telefonê pê re axivîm û ji min re got, ku pirtûkên Serok bixwînim. Apê min gelekî ji nêrîn û felsefeya Ocalan bawer dikir. Ji min dipirsî bê çi dikim û dixwest ku hê bêhtir têbikoşim."
Di dawiya bîranînê de Yekbûn Alp ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ew bi apê xwe serbilind e.
Alp got, "Ez bi hemû şehîdên me serbilind im. Bi saya wan doza Kurd bû malê dinyayê û gihîşt vê astê. Lê şehîdbûna apê min gelekî ez êşand. Min zanîbû ku rojekê wê agahiyeke bi vî rengî ji min re bê dayin. Min hewl da xwe jê re amade bikim. Lê belê dema min bihîst, bi rastî jî gelekî bi min giran bû. Ev êş di heman demê de min serbilind dike. Şehadeta wan berpirsyariya min, berpirsyariya me zêdetir dike. Ez ê xwe hê bêhtir li têkoşînê bigirim û bi vî rengî xwedî li bîranîna wan derkevim."