Li Stockholmê semînera Roja Kobanê ya Cîhanê

Li paytexta Swêdê Stockholmê ji ber Roja Kobanê ya Cîhanê semînarek hate lidarxistin. Semîner ji hêla Komîteya Berxwedanê ya Kobanê hate lidarxistin, gelek Kurdistanî û dostê wan li semînerê amade bûn.

Semîner li hêwana ABF’ê hate kirin. Li semînerê gelek rêxistinên civaka sivîl ên Swêdî hazir bûn. Nûçegihana Swêdî Yukma Mediyen li semînerê axivî, bal kişande ser geşedanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û rola berxwedana Kobanê hate destnîşankirin.

Yukam got, ‘’Kurd di şertên ne wekhev de li dijî mêtingeran têdikoşin. Ev dijberî tam di rewşeke wiha de dibe ku şervanên Kurd li dijî terorîstan şer dikn û bi ser dikevin. Şervanên Kurd dixwazin Rojhilata Navîn were demokratîkirin.’

Aktîvîsta semînerê Mîkî Nak jî axivî û bal kişande rola jinê ya di berxwedana Kobanê û Rojava de û behsa dîroka berxwedanê ya tevgerên jin û berxwedaniya jinan kir. Aktîvîstê mînakên jiyana alternatîf ji Rojava da û semîner piştî axaftina Nak bi dawî bû.