Li pişt êrîşên li Antwerpenê AKP heye!

Li Belçîkayê li Antwerpenê komên faşîst êrîşî esnafên Kurd kirin, gelek kargeh hatin texrîbkirin û polîsên Belçîkayê li bajêr xwepêşandan qedexe kir.

Otobusa “Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re” di 9’ê Cotmehê dest bi tûra Ewropayê kiribû û roja Înê li Belçîkayê li bajarê Antwerpenê nîjadperestên Tirk êrîşî otobusê kirin. Esnafên Kurd ên li Brederodestraatê di hedefa êrîşan de ne. Di sê rojên dawîn de gelek kargehên Kurdan hatin texrîbkirin.

AKP’yiyên ku li Brederodestraaatê dijîn li ser medyaya civakî bang kirin û Ocaxên Osmaniyan, ÛETD û Ocaxên Ulkuvanan ên li Hollandayê hatin bajêr û êrîşî esnafên Kurd kirin. Li paş van êrîşan jî Yekîtiya Demokratên Ewrûpayê (ÛETD) heye. Ev sazî ya AKP’ê ye.

DIKANÊN ESNAFÊN KURDAN HATIN TEXRÎBKIRIN

Piştî êrîşa li ser otobusê, nijadperestên Tirk êrîşî dikanên esnafên Kurd kirin. Ev êrîşên ku êvarî dest pê kirin, heta şev domiya. Ciwanên Kurd xwestin li hemberî êrîşan esnafan biparêzin. Di van êrîşan de Nûr Kebab, Mega Market û Hola Muzîkê ya Antwerpenê hate texrîbkirin.

‘AKP BI ROJAN E PLANÊN ÊRÎŞAN DIKE’

Berpirsê Karên Derve yê NAV-BEL’ê Salih Ûçar jî got: “Hinek kes dibêjin, ev tax ên me ne û divê kes nekeve vê derê. Ev der ne Kayserî û Yozgat e. Li vê derê berpirsyariya herî mezin a polîsên Belçîkayê ye. Ev çend roj in, ev êrîşkar li ser medyaya civakî xwe birêxistin dikin.”

Ûçar diyar kir ku li paş van êrîşan AKP heye û wiha pêde çû: “Ev êrîşên bi plan û bername ye. AKP û saziyên wê dixwazin provokasyonan bike.”

Êrîşên li Antwerpenê ji duh şev ve sekiniye lê alozî didome. Polîsan daxuyanî dan ku, heta hefteyekê li bajêr xwepêşandan hatine qedexe kirin.