Ji bo meşa Dusseldorfê bang: Bi ruhê seferberiyê tevlî bibin!

Ji bo meşa navendî ya 4’ê Mijdarê li Dusseldorfê bê lidarxistin banga bi ruhê seferberiyê tevlî bibîn hate kirin.

Komîteya Meşa Navendî ya Dusseldorfê, têkildarî meşa ku 4’ê Mijdarê bê lidarxistin îro daxuyiyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em ji 40’an zêdetir weke saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Elman ên ji nasname, bawerî û siyasetên cuda, wê 4’ê Mijdarê li Dusseldorfê meş û mîtîngekî navendî ya Ewropa lidar bixin.” Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

NERAZÎBÛN LI DIJÎ QEDEXEYAN

“Ji bo meşa bi dirûşma ‘Ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azadî’, ‘Rê nadîn faşîzmê’ û ‘ Dawî li qedexeyên li ser saziyên demokratîk ên Kurdistanê û Tirkiyeyî bînin’ tevî hemû serlêdanên me bi biryarekî siyasî hinek qedexe hatine danîn. Destûra meşê bihata dayîn jî, ji bo razîkirina faşîzma AKP’ê û MHP’ê û texlîtkirina polîtîkayên dijminahiya Erdogan a li dijî Kurdan wê polîtîkayên qedexeker ên li dijî gelê Kurd û derdorên demokrat dewam bike. Eger rê bihata dayîna vê meşê wê dîsa li gelemperiya Ewropayê qedexe li ser pirtûk, îfadeya ramanê û CD mîzîkên me pêk were. Wê dîsa qedexe li ser gelê me bihata kirin. Tiştekî pir xerîbe ku Ewropa xwe weke serê demokrasiyê dide diyarkirin lê pêkanînên wê ne ji faşîzam AKP-MHP’ê cuda ye.

Çawa ku Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yusel çok nedanîn em jî li dijî van qedexe û pêkanînê kêfî serî natewînin. Em baş dizanin ku ev polîtîka li ser daxwaz û fermanên dewleta Tirk pêk tên. Bi qedexeya li ser posterên Birê Abdullah Ocalan û alên YPG’ê û YPJ’ê ya bi hiqûqê hatî erêkirin ti meşrûtyeta wê nîne û qedexeyên kêfî yên li ser sazî û dezgehên Kurdan polîtîkayekî kirîmînalîzekirinekî nû ye. Zext û pêkanînek antî demokratîk ê ne xwe dispêre mafê mirovan û ne jî nirxên gerdûnî.

‘DIVÊ HIKÛMETA ELMAN ZÛ DEV JI VAN KIRYARAN BERDE’

Rêdayîna Elmaya ya ji bo aktivîte û bernameyên DÎTÎB ên komên selefî û bûye hêlîna sîxûrên MÎT’ê, rê nedayîna demokratên Kurd û Tirkiyeyî pêkanînekî antî demokratîk e. Em vê nêzîkatiya dirû şermezar dikin. Divê hikûmeta Elman ya piştgirî û destekê dide vê polîtîkaya dîktatoriyê ya faşîzma AKP-MHP’ê, divê bi lezgîn dev jê berde.

4’ê Mijdarê ji bo me Kurdan, demokratên Tirkiyeyî, şoreşger, rewşenbîr, mûxalîf û her kesê rojekî girîng e. Ji ber ku roja 4’ê Mijdarê di heman demê de roja ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên li ser ferman û biryara siyasî ya Erdogan hatine dîlgirtine. Ev pêkanînên kêfî yên Elmanya polîtîkayên AKP’ê erê dike û destê wan bi hêz dike.

‘EM BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’

Em Kurdistaniyên ku li jêr me îmzeya xwe avêtiye, em weke saziyê Elman û Tirkiyeyî welatiyên me yên ku tevlî meşa 4’ê Mijdarê dibin, mafê wan yê jiyanî, xwarin vexwarin û agahî standina ji stantan ku pêkanînên keyfî, siyasî tê kirin qebûl nakin û şermezar dikin. Ev pêkanînên antî demokratîk ku îro li ser me tê meşandin eger ku em li dijî dernekvin wê sibê li ser hemû beşên demokratîk were kirin. Em weke komîteya amadekar bang li hemû hêzên demorasî, STO, partiyên siyasî, siyasetmedaran dikin ku li dijî van pêkanînên antî demokratîk piştgiriya me bikin. Dîsa em bang li hemû endam û raya giştî ya demokratîk a Elman dikin; ev biryara ku Şaredariya Dusseldorg û emniyetê girtî pêwîste bi lez ji vê biryarê vegerin û bikevin nava tevgerê.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hevpar û endman hate kirin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî meşa 4’ê Mijdarê bibin.

SAZIYÊN KU ORGANÎZEKIRÎ

1. KCDK-E / Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd-Ewropai

2. AvEG-KON/ Federasyona Koçberên Bindest ên Ewropa

3. TJK-E/ Tevgera Jinên Kurd- Ewropa

4. ATIK/ Federasyona Karkerên Tirkiyeyê yên li Ewropa

5. NAV-DEM / Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan

6. HDK-A ( Kongreya Gelên Demokratîk- Ewropa )

7. BAF (Forma Aşitiyê ya Ewropa ya li Dijî Şer û Dîktatoriya li Ewropa)

8. ADHK / Konfederasyona Gelên Demokaratîk-Ewropa

9. JINA NÛ - YENİ KADIN

10. YDG / Ciwanên Demokratîk ên Nû

11. SKB /Yekîtiya Jinên Sosyalîst

12. YS / Young Struggle

13. Cîhana ku bê Jiyîn (Yaşanacak Dünya)

14. MDDK / Kongreya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya (Asûriyan)

15. FEDA / Federasyona Demokratîk a Elewî yên Ewropa

16. ADEF (Federasyona Hevparên Demokratîk ên Dersimê- Ewropa)

17. SYKP / Partiya Avakirian Jinûve Sosyalîstan

18. FDG / ( Federasyona Komleyên Dersim-Ewropa)

19. CIK /Civaka Îslamiya Kurdistan

20. NAV-YEK / Komeleyên Êzidiyên Ewropa

21. Partiya Çepgirên Kesk (Yeşil Sol Parti)

22. Partiya Şoreşger (Devrimci Parti)

23. ISKU

24. YXK( Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê)

25. KOMEW (Malbatên Mexdûr û Windayan)

26. Meclîsa Êzidiyên Şengal ên Derveyî Welat

27. Înisyatîfa Maras- Ewropa (Avurpa Maras Insatifi)

28. Înisyatîfa Kûrecîkên Ewropa (Avurpa Kurecikler Insatifi)

29. Jinûve Avakirina Dersimê (Dersimi Yeniden inşa)

30. Düsseldorf für Kürdistan

31. IL- Intervenstionische Linke

32. FIDEF ( Federasyona Komeleyên Karkarên Elmanya ya Federal)

33. TATORT - KURDISTAN

34. AKKUSTAN

35. KV Die Linke Düsseldorf

36. NRW Landesverband Die Linke

37. PYD - Ewropa

38. Platforma Zagros (Zagros Platformu)

39. PEKAN / Platforma Kurdên Anatolya Navîn

40. NOR-ZARTOK

41. Platforma Dengê Girtiyan (Tutsakların Sesi Platformu)