Berxwedana Kobanê li Nottînghamê hate pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Nottînghamê li hev civiyan, berxwedana KObanê silav kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Nottînghamê li hev civiyan, berxwedana KObanê silav kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Kurdistanî û dostên wan, bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê bi banga Nottîngham Kurdîsh Solîdarîty Campaîgn'în / Kampanya Piştgiriya bi Kurdan re ya Nottînghamê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan.
Di şexsê şehîdên Kobanê de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê rêz hate girtin. Di pîrovahiyê de rêz û hurmeta ku gelê Kurd bi berxwedana Kobanê re li nava gelên cîhanê bi dest xistî, hate nirxandin. Her wiha bal hate kişandin ser rewşa Kerkûkê û hate destnîşan kirin ku careke din hatiye dîtin, xeta berxwedanê gelan bi ser dixîne.
'PARADÎGMAYA OCALAN JI BO BAŞÛR RÊYA RIZGARIYÊ YE'
Beşdaran li ser rewşa li Başûrê Kurdistanê de nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kirin, ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo başûr rêya herî baş a rizgariyê ye.
Wekî din bal hate kişandin ser kampanya ji bo azadiya Ocalan û hat gotin, azadiya Ocalan azadiya tevahiya Kurdan e.
Qertên di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Ocalan re' hatin amadekirin, ji beşdaran re hatin dayin. Ev qert hatin dagirtin û wê piştre ji Parlamenta Îngilîstanê re werin şandin.
DAYIK SCÛRFÎELD: DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE BERXWEDANÊ
Dayika Erîc Scûrfîeld ê li Rojava şehîd bû Vasîlîkî Scûrfîeld û pîrka şervanê YPG'ê Asîden Aslîn Pamela Aslîn jî beşdarî çalakiyê bûn. Pamela Aslîn diyar kir, ku beriya neviyê wê Aîden Aslîn tevlî YPG'ê bibe haya wan zêde ji rastiya Kurdan nebû, piştî ku Aîden tevlî bû û ew jî gelekî guherîn. Aslîn diyar kir ku berxwedaneke gelekî mezin heye û divê her kes destekê bide vê berxwedanê.
Di pîrozbahiyê de belgeselek li ser YPJ'ê hate nîşandan. Nûnerê Partiya Karker (Laboûr Party) Tîm Cooper jî li pîrozbahiyê axivî û qala dostaniya xwe ya bi Jac Holmes ê li Reqayê şehîd bû kir. Cooper got, "Divê em dilsozê têkoşîna wan bin û bi hemû derfetên xwe têkoşîna wan xurt bikin."
Di dawiya pîrozbahiyê de xwarina Kurdî li beşdaran hate belavkirin û bi stranên Kurdî pîrozbahî qediya.