Li Parîs û Darmtadtê bîranîna şehîdan

Li banliyoyên Vîllîer le Bel û Evry yên Parîsê û li Darmstadt ya Elmanya gerîlayên ku li Muglayê bi komployê hatine qetilkirin, hatin bibîranîn.

VÎLLÎERS LE BEL

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîers Le Belê Tevgera Jina Kurd a Fransayê bernameyek bi tevlêbûna bi sedan Kurdistanî amade kir.

Di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û Şehîd Nûran Er (Gulnaz Ege ) û Şehîd Hogir Baran de ji bo hemû şehîdên Cotmehê deqeyek rêz hate girtin û bername bi axaftina nûnera Tevgera Jina Kurd a Fransayê Jiyan Ege dest pê kir.

Ege diyar kir ku Cotmeh meha şehîdan e û got, ‘’Me gelek nirxên xwe di vê mehê de ji dest dan. Rêbertî ji xeta Bêrîtan re xeta me gotibû. Xeta Bêrîtan li dijî xeta îxanet û radestbûnê xeta berxwedanê ye. Ên ku 92’an xeta radestbûnê ferz kirin niha radest bûn. Li gor temînata qewîtiya şehîdên me, li dor paradîgma û xeta  paradigmaya Rêbertiya xwe, em ê bi pratîk, çalakiya xwe û bi gotina xwe berxwedanê geş bikin.’’

Di bîranînê de kurê Şehîd Hogir Baran jî axivî û got bila serê Rêbertî û gelê Kurd sax be.

Her wiha endamê Komîteya MalbaTê Şehîdan Xebat Ocalan jî axivî û got, ew ê doza Rêberê Kurd Abdullah Ocalan, doza şehîdan, heta ku azadî pêk were geş bikin û layiqî cangoriyan bin.

EVRY

Li banliyoya Evry ya Parîsê jî bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd a Fransayê bernameya bîranîna şehîdên Cotmehê hate kirin.

Di bîranînê de endamê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan axivî. Ceylan ji bang kir ku her kes bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.

DARMSTADT

Li Darmstadt a Elmanya gerîlayên HPG’ê ku li Muglayê bi komployê hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

Di bîranînê de xizmê gerîlayê ku şehîd bûyî Ilyas Demîr (Şevger Şîndar) Huseyîn Oruç axivî û got, ‘’em ê di rêça şehîdan de bimeşin û li mîraya wan xwedî derbikevin’’. Piştre li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Xaltê Medîna axaftineke kurt kir.

Nûnerê NAV-DEM’ê jî ji bo meha şehîdan û geşedanên siyasî axaftinek kir.