Sendîkayên Fransayê li dijî rejîma AKP'ê daxuyanî dan

Konfederasyonên sendîkayan ku li Fransayê bi milyonan karkeran temsîl dikin, daxuyaniyek hevpar weşandin û bang kirin ku di serî de hilbijartî û rojnamevan girtiyên li Tirkiyeyê bên berdan û pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî were çareserkirin.

Konfederasyonên sendîkayên mezin ên Fransayê yên weke CGT, CFDT, CFE-CGC, FO, FSU, Solidaires û UNSA daxuyaniyeke hevpar weşandin û bal kişandin serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a 5'ê Çileyê ya li Parîsê. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, di konferanseke çapemeniyê de ku Serokkomar Emmanûel Macron jî lê amade bû, Erdogan heqaret li rojnamevanekî kir, gef lê xwar û hat gotin, ev yek nîşan dide bê desthilatdariya li Enqereyê ji bo rejîma xwe ya otorîter bixe meriyetê bi çi rengî raya giştî manîpule dike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi rewşa awarte û biryarnameyan re bi deh hezaran karmend û karker ji kar hatine derxistin, mafên mirovan bi rengekî bê navber tên binpêkirin û hat destnîşankirin ku biryarnameyên tên derxistin li dijî destûra bingehîn a Tirk e.

BI KAMPANYA ANTÎ-KURD ÎNFAZ HATIN KIRIN

Konfederasyonan bal kişandin ser operasyonên tinekirinê yên rejîma Erdogan li dijî Kurdan meşand û diyar kir ku bi qedexeya derketina derve re li gele bajaran înfaz hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rejîma AKP'ê di çarçoveya 'kampanya antî Kurd' de gelek înfaz kiriye û hat gotin, Erdogan li dijî çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd derdikeve.

Konfederasyonên sendîkayên Fransayê rexne kirin ku 6 hezar endamên KESK û DÎSK'ê ji kar hatine derxistin û dan zanîn ku têkoşîna sendîkayî û azadî ji holê hatine rakirin û grevên ku di qanûnan de cihê xwe heye, hatine qedexekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, laîktiya destûra bingehîn a li Tirkiyeyê hatiye binpêkirin û paşverûtî li ser her qadên jiyanê tê ferzkirin.

DIVÊ PARLAMENTER, HEVŞAREDAR Û ROJNAMEVAN WERIN BERDAN

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi qasî 150 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî ne û hat xwestin, rewşa awarte bê rakirin, parlamenter, hevşaredar û rojnamevanên girtî werin berdan, karkerên ji kar hatine derxistin ji nû ve tevlî kar bên kirin, astengiyên li pêşiya azadiya sendîkayî werin raikrin û dawî li girtina kêfî bê anîn.

Sendîkayan ji Tirkiyeyê xwestin ku li gorî Peymana Parastina Azadiya Bingehîn û Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binê vê peymanê.