Kemalbay: Di vê serdemê de em ê hesab ji desthilatdariyê bipirsin

Serpîl Kemalbay got, "Heta îro gelên me teslîm nebûn û li ber xwe dan. Ji niha û şûnde êdî em ê hesap ji desthilatdariyê bipirsin."

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku bi pêvajoya kongreya wan re êdî bi berxwedanê re dema hesabpirsîna ji desthilatdariyê jî dest pê dike û got, “Di kongreya me ya 3’emîn a mezin de wê ev tişt were gotin: Di vê serdemê de li hemberî faşîzma AKP û Erdogan em ê berxwedan û têkoşîna xwe geştir bikin.”

Kemalbay têkildarî biryara Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a ku dibêje ‘Ez ê di kongreyê de nebim namzet’ axivî û got, “Ev biryar ji bo min dijwar bû. Ji ber ku bendewariyeke civakê jî heye. Hurmeta me ji biryara wî re heye. Lê tişta ku divê were gotin ev e ku, em ligel hev in û em rêya xwe didomînin. Demîrtaş wê nav têkoşîna demokrasiyê de be. Di girtîgehê de jî wê xebatên wî hebin û ew ê tevkariyê bike. Ango wê Demîrtaş wê di nav wêneyê giştî de hebe.”

Kemalbay li ser pêvajoya ber bi kongreya asayî ya HDP’ê ya 3’emîn jî got, "HDP ji roja ku ava bûye heta niha bi bernameyeke berfireh kar kir û dengê xwe gihand hemû beşên civakê. HDP di têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng e. Ev pêvajo didome û ew ê têkoşîn dijwartir be jî. A niha derbe heye û faşîzm dixwaze xwe mayînde bike. Heta niha gelên me teslîm nebûn û li ber xwe dan. Di vê serdema nû de, em ê hesap ji desthilatdariyê bipirsin. Yan ew ê ev komar yan ew ê bibe komareke demokratîk yan jî wê faşîzm bi ser bikeve! Ev ê jî ew ê bibe sedem ku em bi salên dirêj di van şertên dijwar de bijîn."

Kemalbay diyar kir ku HDP di pêvajoya aştiyê de derket holê lê ji bo kêşeyên bingehîn ên Tirkiyeyê pêşniyazên wê yên çareseriyê heye û got, "Divê em li gorî şertên nû tevbigerin. Bername û sekna HDP’ê neguheriye. HDP ew ê ji bo avakirina aştî û demokrasiyê lêgerînên xwe bidomîne. A niha şer û derbe heye, di van şertan de tekane hêza ku dikare têkoşînê bimeşîne, em in. Em jî dixwazin hemû aliyên têkoşerên demokrasiyê bînin ba hev. Divê em hêzên xwe bikin yek. Rêgez û bernameya me neguheriye. Ya girîng ev e ku em ê çawa karibin civakan bînin ba hev. HDP ew ê ji bo van tiştan têbikoşe."

Kemalbay derbarê pêvajoya kongreya giştî ya asayî de jî got, "Konferansên herêmî hatin kirin, niha jî konferansên herêman tê lidarxistin û di van pêvajoyan de nîqaş didomin. Rexne û pêşniyaz hene. Piştre ligel komîsyonên kongreyan em ê werin ba hev û li ser van raporan bixebitin. Encamên li van deran em ê ragihînin kongreyê. Desthilatdarî dixwaze em têk biçin, ji ber vê divê em jî hêzên xwe bikin yek. Divê ev kongre hêviyê bide gelên Tirkiyeyê."

Kemalbay li ser îradeya girseya HDP’ê jî axivî û got, "Li Kurdistanê her kesî dişopînin. Yên tên binçavkirin sîxuriyê li ser wan ferz dikin, heke qebûl nekin tên girtin. Ligel van zextan konferansên me xurt didomin. Li 40 bajar û navçeyan me kongre li dar xistin. Di hemûyan de beşdariyeke nû derket holê. Lê her roj li ser me operasyonan dikin. Jixwe bi van operasyonan dixwazin vîna civakê bişkînin. Lê ew çi bikin jî berxwedana me didome."

Kemalbay herî dawîn jî got "Di van hewldanên yekîtiyê de, dibe ku her daxwaz ne li gorî her kes û aliyan be lê em dikarin li dora krîterên demokratîk ên gerdûnî werin ba hev. Divê di têkoşîna li dijî faşîzmê de em xurt û rêxistinkirî bin. Kongre jî wê xizmeta vî tiştî bike."