ESP’ê greva birçîbûnê ya ji bo 2 rojan da destpêkirin
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li dijî girtîgehên “bi tîpa bîrê” li Dersimê greva birçîbûnê yaji bo 2 rojan da destpêkirin.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li dijî girtîgehên “bi tîpa bîrê” li Dersimê greva birçîbûnê yaji bo 2 rojan da destpêkirin.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bi daxwaza “bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin” li avahiya partiyê ya li Dersimê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 2 rojan da destpêkirin.
Orhan Çelebî têkildarî çalakiyan daxuyanî da û got, desthilatdarî welat veguherandiye “girtîgeha nîv vekirî”. Çelebî diyar kir ku gelek girtîgehên bi tîpên nû tên çêkirin û bi vî rengî tecrîd û îzolasyon tê kûrkirin.
Çelebî anî ziman ku li girtîgehên weke “tîpa bîrê” tên binavkirin, pencere û hewastandin tune ye û got, “Girtîgeh ji hucreyên yek û sê kesî pêk tê. Girtî bi ti kesê re nikarin bikevin peywendiyê û bi tena serê xwe dimînin û dîsa bi tena serê xwe rojê tenê saetekê tên derxistina beşekî din ê hewastandinê.”