Konferansa Îranê: Çareserî sîstema konfedaralîzma demokratîk e

Di nirandinên konferansa Îran û Rojhilat a li PE’yê hate lidarxistin de, hate diyarkirin ku yekane rêya çareseriya kirîzan bi têkoşîna hevpar a gelan û avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk pêkan e.

Li Parlemetoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brûkselê konferansekî bi sernavê “Vîzyona Çareseriya Demokratîk a ji bo Kirîzên Îran û Rojhilata Navîn’ a pirsgirêkên gelên Îranê hatin gotûbêjkirin hate lidarxistin.

Di konferansa ji gelek welatan kesayetên pispor, akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedar tevlî bûn de, gotûbêj li ser kirîzên li Rojhilata Navîn, sedemên kirîzên li Îranê rû didin û çareserî, dîsa Kurd jî di nav de pirsgirêkên gelên li herêmê dijîn û çareserî hatin kirin.

Li ser navê Kurdan Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Siyamend Muîmî, li ser navê Koma Çep a Yekbûyî Martîna Mîchels, Serokê Komeleya Demokrasiyê ya Îran a li DYA’yê xebatan dike Kenneth R. Tîmmerman, ji Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê Prof. Abbas Valî, Aktivîsta Ereb Mona Sîelafî, Ji Zanîngeha Ûpsala Prof Jalal Sabzevarî, li ser navê Partiya Gela a Belûcîstanê Naser Balîdey, aktîvîstê siyasî yê Azarî Farhat Basharat, Nivîskar Bahran Rahmanî, Ji Zanîngaha Sarbonne a Parîs Hasan Makaremî , aktivîsta jin Jhaleh Ahemedî weke qiseker tevlî konferansê bûn.

 ‘JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA GELÊ KURD KED DIDÎN’

Li ser navê Koma Çep a Parlemetoya Ewropayê Martîna Michels axivî û diyar kir ku weke kom ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilat Navîn di nava hewldanan de ne û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn di nava hewldanan de ne. Em dixwazin Kurdên li Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye bigihên mafên xwe. Em weke kom piştgirî didin gelê Kurd ku mafê xwe bidest bixin û piştgirî dikin.”

‘DIVÊ PJAK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN Û PIŞTGIRÎKIRIN’

Serokê Komeleya Demokrasiyê ya Îran a li DYA’yê xebatan dike Kenneth R. Tîmmerman jî bal kişand ser dîroka rejîma Îranê û bal kişand ku tevahiya dîrokê zext li gel hatiye kirin û got: “Êdî vê dewletê meşrûtiyeta xwe winda kiriye. Divê bi lezgîn demokrasî û azadî pêk were. Xwepêşananên îro tên kirin jî vê dide xuyakirin. Ev nerazîbûn ne tenê li Tehran li çend bajaran, li tevahî bajarên welêtin.Kurd, Azarî û Belûcî di serî de her kes aciz e û nerazî ye. Divê PJAK ji lîsteya terorê ya DYA’yê bê derxistin û bê piştgirîkirin.”

 ‘REJÎM DEMOGRAFIYA HERÊMÊ DIDE GUHERTIN’

Piştre jî rûniştineke bi mijara “Li Rojhilata Navî û Îranê dîroka mirovahiyê’ hate pêkanîn.

Di rûniştina Ghazal Aliyalî û Mohbobeh Meshkîn moderatoriya wê kir. Aktivîsta jin a Ereb Mona Sîelafî axivî û bal kişand ser dîroka gelan a Îranê û diyar kir ku gel li Îranê di bin zextan de dijîn.

Sîelafî wiha got: “Weke her gelê Ereb jî di bin zextan de ne. Her tişt li Tehran, ji aliyê hikûmeta Navendî ve tê birêvebirin. Hemû destkeftiyên welat tên birin. Em bi ti awayî ji dewlemendiyên binerd û ser erd ên welatê xwe fêdeyê nabînin. Ji ber vê gel neçarî koçberiyê tê kirin. Divê dawî li van zextan bên anîn. Ji bo welatekî demokratîk û edalet divê hemû mafê gelan bên naskirin. Hemû kom bi ziman, çanda xwe azad bijî.”

 ‘KURD DI BIN ZEXTAN DE NE’

Ji Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê Abbas Valî jî li ser mijara pirsa Kurd a li Îranê axivî û ev nirxandin kir: “Kurd, Azerî, Belûcî û hemû beş di nav de divê bibin yek. Divê li dijî hişmendiya yek ziman û yek çand bê derketin û divê her kes bi awayekî azad û demokratîk xwe îfade bike. Kurd jî di nav de divê hemû mafê wan bên parastin û bixin bin gerantiyê. Ji bo vê divê her tişt bê qanûnî kirin.”

 ‘ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK A OCALAN PÊŞNIYAR KIRIYE’

Aktivîstê siyasî yê Azarî Farhat BAsharat jî bal kişand ser zextên rejîma dîktator a îranê û wiha pêde çû: “Gelê Azarî yê yek ji gelê herî qedîm ê herêmê ye jî di bin zextan de ye. Ziman û çanda wan di bin zextan de ye, îro rû bi rû yê tinebûnê ye. Divê welatên dagirker ên Îran, Tirkiye û Iraq mafê gelan nas bike. Yan wê mafê gel bide yan wê tine bibin. Çavkaniya pirsgirêkan rejîma Îranê û zextên li gel dikine. Navnîşan çareseriyê sîstema Konfederalîzma Demokratîk e. Mînaka Rojava li ber çavan e. Ji bo wê li Îranê navnîşana çareseriyê sîstema konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye. Daxwaz dikin ku bilezgîn Ocalan bê berdan.”

Di dewama rûniştinê de Berdevkê Partiya Gelan a Belûcîstanê Naser Balîdey û ji Zanîngeha Ûpsala ya Swîsreyê Prof Jalal Sebzevarî axivîn.

Berdevkê Partiya Gelan a Belûcîstanê Naser Balîdey di axaftina xwe de Belûcistanê û got: “Ji bo demokrafiya herêmê bidin guhertin her cûre polîtîkayê bi rê ve dibin. Ev polîtîkayeke dîrokî ye. Em weke partî di wê hêviyê dene ku çareserî bi demokrasî û azadiyê pêkan e. Ji bo vê divê weke gel em ê têkoşîna xwe bidomînin. “

Zanîngeha Ûpsala ya Swîsreyê Prof Jalal Sebzevarî jî bal kişand ser ziman û çanda gelên Îranê û got: “Rejîm zextê li hemû çand û zimanên gelên li herêmê dike. Her kesên ji rejîmê cudatir difikirin dibin zext û çewisandina de ne. Divê dawî li vê yekê bê anîn. Divê her kes bi çand û zimanê xwe bijî. Çand û ziman nasnameya gelan e.”

Konferans bi rûniştina duyemîn didome.