Yildirim: Ev kongre wê ji bo me bibe kongreya pêngavê

Yildirim: Em bang li gelê xwe û hemû hêzên demokratîk dikin, ku li dijî faşîzmê 11'ê Sibatê li Enqereyê li hev bicivin û dengê xwe bilind bikin.

HDP li gel zext û zordariyeke giran jî xwe bi xurtî ji bo Kongreya 3. amade dike. Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Nadîr Yildirim pêvajoya kongreyê ji ANF'ê re nirxand.

Yildirim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zext û êrîşa topyekûn di nava du salên dawî de li partiya wan tê kirin û got, "Hevserokên me, parlamenterên me, bi hezaran endam û rêveberên me, nêzî 50 hevserokên me yên bajaran, zêdeyî 200 hevserokên me yên navçeyan di vê demê de hatin girtin. Ya rast, beşeke mezin a rêxistina HDP'ê hatin girtin. Êrîşa li dijî HDP'ê hate kirin, ne tenê bi destê dadgeriyê bû. Hema bêjin hemû çalakiyên me hatin qedexekirin. Hewl dan ku em nikaribin xwe bigihînin gel. Medya li me hate girtin. Şerekî gelekî giran ê psîkolojîk li dijî me hate meşandin. Bajarên ku em lê gelekî xurt in, hatin hilweşandin û komkujî li wan hate kirin. Êrîş li sedan kesan hate kirin, tenê ji ber ku ji partiya me hez dikin û deng dane partiya me. Qirkirineke siyasî, qirkirineke civakî ku di dema darbeyan de jî nehatiye dîtin li ser me, pêkhateyên me û hêzên demokrasiyê hate ferzkirin."

KIRIN NEKIRIN JI WAN NEHAT KU ME BIQEDÎNIN

Yildirim da xuyakirin ku li gel van zext û zordairyan jî rêxistin, rêveberî û rastiya gelekî ku her carê ji nava xweliyên xwe ji nû ve afirî, derkete holê û wiha dewam kir: "Bi destpêkirina sala 2018'an re em rewşê bi vî rengî pênase dikin. Eger tenê 1 ji sedî ya terora li me hate kirin li AKP'ê hatibûya kirin, li holê partiyeke bi wî navî nedima. Ev yek jî radixe pêş çavan bê koka partiya me çiqasî xwe berdaye kûrahiyê û nîşan dide bê em tevgereke çawa ya gel in.  Careke din derkete holê bê êrîşên rejîmê û desthilatdariyê çiqasî bê wate ne. Ji ber ku armanc bi rastî jî têkbirin bû, tasfiye bû. Lê ji wan nehat. Bi qedandina sala 2017'an re ew bi ser neketin. Ji ber ku nekarîn biqedînin. Tevî van hemûyan eger me karîbûne hebûna xwe biparêzin, ev serketinek e, ev serketina gel e."

KONGRE WÊ JI BO ME BIBE KONGREYA PÊNGAVÊ

Parlamenter Nadîr Yildirim da xuyakirin ku ew pêvajoya kongreyê weke destpêka pêvajoya hesabpirsînê bi nav dikin û got, "Dem hatiye ku em hesabê van komkujiyan, êrîşan, girtinan, biryarnameyan, zilmê, zordariya li jin, ciwanan û zerara li xwezayê hatiye kirin, bipirsin. Êdî dema pêngavê hatiye. Bi kongreya me ya mezin a sêyemîn re haya me ji vê yekê heye; ligel kêmasiyên xwe jî em bi biryar in ku pêngavên aktîf bikin. Em bi vê têgihiştinê xwe ji bo vê kongreyê amade dikin. Ev kongre wê ji bo me bibe kongreya pêngavê."

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ROJA 11'Ê SIBATÊ LI ENQEREYÊ BIN

Yildirim destnîşan kir ku weke partî wan biryar dane gaveke mezin biavêjin û herî dawî ev nirxandin û bang kir: "Me ev dît û em pê piştrast in ku em gelekî xurt in. Desthilatdariya AKP'ê ya faşîst a li hemberî me, di serdema xwe ya herî qels de ye. Hebûna wê nayê wê wateyê ku xurt e. Ji ber qelsiya têkoşîna demokratîk û mûxalefetê, desthilatdariya AKP'ê didome. Me ev dît ku em dixwazin bi ser vê ve bimeşin. Lê bi rengekî xurt û tevî gelê xwe. Lewma wê kongreya me mîna şahiyê pêk were. Me bang li hemû endamên xwe yên li 81 wîlayetan kirin. Dibe ku em ê nikaribin bi milyonan kesî bînin, ji ber ku derfetên me yên madî nîne, lê belê me banga tevlîbûna 30-40 hezarî kir. Bêguman ev nayê wê wateyê ku ji 30 hezarî zêdetir tevlîbûn nabe. Gelê me ji bo helwesteke zelal li dijî faşîzmê nîşan bide, em li bendê ne ku 11'ê Sibatê li Enqereyê be. Kongreya me wê di têkoşîna dijî faşîzmê de bibe mîladek. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku bi hev re dengê xwe li dijî faşîzmê bilind bikin."