Endamê MÎT'ê Ayhan Oran li ku ye? Gelo hatiye kuştin?

Hemû agahî û belge nîşan didin ku yek ji personelên MÎT'ê yên komkujiya Parîsê plan kirin Ayhan Oran, ji bo neaxive ji aliyê MÎT'ê ve ji holê hatiye rakirin.

Du rêveberên MÎT'ê yên ku 4'ê Tebaxa 2017'an li herêma Dûkanê ya Silêmanî ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin, îtirafên girîng dikin. Ji van îtiraf û agahiyên tên dayin, bêguman a herî girîng agahiyên li ser Komkujiya Parîsê ye.

Weke ku tê zanîn, 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi hovane hatibûn kuştin.

Ev komkujî şeş roj piştî destpêkirina hevdîtinên bi Ocalan re hate kirin. Serokwezîrê wê demê Erdogan daxuyaniyek dabû û gotibû, 'Me xwestibûn ku radestî me bikin, lê nedan...' Weke ku bêje, 'radest nekirin, me jî ew kuştin'. Alîkarê wê demê yê Serokwezîr M. Alî Şahîn jî got, 'Bûyerên bi heman rengî dibe ku li Elmanyayê jî rû bidin'. Bi van gotinan li komkujiyê mikur dihat.

Lê belê qeydeke deng a ku 2014'an li înternetê hate weşandin û belgeya ku fermana cînayetê li ser nivîsandî bû, eşkere kir bê komkujî çawa hatiye plankirin.

Li binê wê belgeyê îmzeyên rayedarên MÎT'ê O. Yuret, A. Oran, Û. K. Ayik û S. Asal hebû.

Û ev belge niha dîsa di rojevê de ye. Ji ber ku vê belgeyê destnîşan kir ku komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Du rêveberên payebilind ên MÎT'ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ên ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin, li ser kesên îmzeya wan li binê belgeyê hene, îtirafên zelal kirin.

Rêveberên MÎT'ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn çi dibêjin, em bi kurtî lê binerin:

Komkujiya Parîsê ji aliyê rêveberên MÎT'ê Ûgûr Kaan Ayik, Ogûz Yuret, Sebahattîn Asal û Ayhan Oran ve hate plankirin. Ji xwe tîpa destpêkê ya navên wan û paşnavên wan li belgeyê hene.

Qeydên navborî jî vê îspat dike.

Erhan Pekçetîn der barê qeyda deng a li înternetê hate weşandin de wiha dibêje:

"Dema ku min li wî dengî guhdarî kir, min fêhm kir ku operasyon ji aliyê sê personelên me; serokê daîreya EBF a derveyî welat Ûgûr Kaan Ayik, midûrê şûbeya operasyonê ya wê daîreyê Ogûz Yuret û personelê wê şûbeyê Ayhan oran ve hatiye plankirin û bi cih hatiye anîn. Ji ber ku min ji dengê wan ew nas kir."

Ev gotin bi zelal nîşan dide bê komkujî çawa hatiye plankirin. Ji bo berfirehiya wê em careke din bala xwe bidin nûçeya li jêrê û qeyda deng.

Çi bi personelên MÎT'ê yên komkujî plan kirin, hat?

Mijara bingehîn a vê nivîsê, bersiva ji bo vê pirsê ye.

Rêveberên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de ne ji hin aliyan ve bersivê didin vê pirsê.

Bi vî rengî:

"Personelên MÎT'ê yên cihê xwe di Komkujiya Parîsê de girtine payeya wan ji aliyê Erdogan ve hatiye bilindkirin. Ûgûr Kaan Ayik dibe nûnerê Dohayê û piştî sal û nîvekê jî Ayik ji bo 'Serokatiya Karên Taybet a MÎT'ê tê tayinkirin.

Ogûz Yuret serokatiya daîreyê dike û piştre ji bo Serokatiya Herêma Wanê tê tayinkirin. Hê jî vî karî dike.

Sebahattîn Asal di nava heyeta dewletê ya diçe Îmraliyê de cih digire. Tevî Mûhammed Dervîşoglû tevlî hevdîtinan dibe. Piştre payeya wî tê bilindkirin û ji bo 'Serokatiya Daîreya Strajîk' ku wezîfeya herî girîng a MÎT'ê ye tê tayinkirin. Tê gotin ku Asal yekser bi Hakan Fîdan û Erdogan re di nava têkiliyê de ye û bi vî rengî dixebite.

Û personelê din ê MÎT'ê Ayhan Oran ku navê wî di belgeya ronîkirina komkujiya Parîsê de heye. Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn diyar kir ku Ayhan Oran piştî komkujiya Parîsê li Atînayê hate wezîfedakirin û piştre ji nava rêxistinê hate avêtin. Der barê vî kesî de wekî din agahiyekê nadin.

Gelo bi rastî jî çi bi serê Ayhan Oran hat?

Parlamenterê CHP'yî Sezgîn Tanrikûlû, Nîsana 2017'an pêşnûme nameyek pêşkêşî Serokwezîr Bînalî Yildirim kir û daxwaza bersivê jê kir. Di nava vê pêşnûmeyê de navê 7 kesên hatine revandin û windakirin hene. Yek ji van kesan jî personelê berê yê MÎT'ê Ayhan Oran e.

Ayhan Oran sala 2005'an li MÎT'ê dest bi kar dike. Piştî komkujiya Parîsê ber bi Atînayê ve tê şandin. 17'ê Tîrmeha 2016'an karê wî tê sekinandin û 2'ê Tebaxa 2016'an ji kar tê derxistin.

1'ê Mijdara 2017'an saet 12:38'an ji qeyda kamera ya sîteyê Ayhan Oran tê dîtin. Lê piştre ti agahî jê nayê girtin.

Yanî tê windakirin!

Bêguman bersiv ji pêşnûme pirsa Sezgîn Tanrikûlû re nayê dayin!

Em vê mijarê ji nû ve binirxînin.

Bi tetîkêşê Komkujiya Parîsê Omer Guney li Enqereyê di otelekê de hevdîtin hate kirin. Deng tê qeydkirin. (Li jêrê dikare lê bê guhdarîkirin) Di vê hevdîtinê de 3 personelên MÎT'ê hene. Ûgûr Kaan Ayik, Ogûz Yuret û Ayhan Oran. Me berî niha destnîşan kiribûn ku payeya du personelên din û Sebahattîn Asal hatiye bilindkirin. Baş e, gelo çima beriya darbeyê bang li Ayhan Oran kirin.

Ji ber ku ji MÎT'ê heye ku yê qeyda deng a bi Omer Guney re dihate axaftin û belgeya fermanê ya hate weşandin, ji aliyê Ayhan Oran ve hatibe dayin. Difikirin ku Ayhan Oran endamê Civata Gulen e û wî agahî û belge daye.

Ji ber ber ku Komkujiya Parîsê biryareke dewletê ye, Civata Gulen û ekîbên din ewilî bi hev re dixebitin. Piştî ku şer di navbera cemaetê û AKP'ê dest pê kir, digihêjin wê baweriyê ku belge ji aliyê aliyê din ve hatiye belavkirin.

Ji ber vê yekê, Ayhan Oran beriya 15'ê Tîrmehê ji wezîfeyê tê girtin. Piştî pêvajoya darbeyê, dema ku rewş li gorî dilê wan bû, Ayhan Oran ji holê hate kirin.

Encam; berpirsyarê sereke yê komkujiyê 'Serokkomar' e. Hakan Fîdan jî li heman wezîfeyê ye.

Çîroka 4 personelên MÎT'ê û tetîkêşekî ku bi fermana Erdogan û Fîdan komkujî kirin, wiha ye:

Payeya Ûgûr Kaan Ayik, Ogûr Yuret û Sebahattîn Asal hatin bilindkirin.

Ayhan Oran ji bo neaxive ji holê hate rakirin.

Tetîkêş Omer Guney li nexweşxaneya Parîsê hate kuştin.

Ji bo komkujiyek mîna ya Parîsê bike, MÎT'ê mirovên xwe yên ku pê gelekî bawer bû şand. Ew personel hatin girtin û hemû agahî û belgeyên me li jorê hatin eşkerekirin, ji aliyê wan ve hatin îtirafkirin.