Rewşenbîrên Îranî: Em destekê didin çalakiyan

154 rewşenbîrên din ên Îranê destek dan çalakiyan. Rewşenbîran xwestin kesên hatine binçavkirin werin berdan û daxwazên gel werin qebûlkirin.

154 hunermend, nivîskar, derhêner, aktîvîst û helbestanan ji bo berdana kesên ji aliyê rejîma Îranê ve di çalakiyan de hatin binçavkirin, belavokeke hevpar weşandin.

Nivîskar Mêhrengîz Kar, derhêner Mushîn Mexmelbaf, helbestvan Elî Babeçahî, helbestvan Seîd Elî Salihî û aktîvîst Perestû Firuher jî di nav de 154 kesî mohra xwe danîn binê belavokê. Di belavokê de hat gotin, "Em piştgiriyê didin çalakiyên gelê Îranê. Rejîma Îranê dixwaze çalakgeran 'munafik' nîşan bide û daxwazên gel ji nedîtî ve were. Em dixwazin mirovên hatine binçavkirin tavilê werin berdan."

102 nivîskar û hunermendan jî beriya niha dabûn xuyakirin ku ew piştgiriyê didin çalakiyên li Îranê.

Tê gotin, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîmê di çalakiyan de herî kêm 3 hezar û 700 kes binçav kirine û 5 çalakger di binê çavan de kuştine.