Bi sedan ton teqemeniya ji Tirkiyeyê diçû Lîbyayê hate girtin

Keştiyeke ku barê wê bi sedan ton teqemenî bû û ji Tirkiyeyê ber bi Lîbyayê ve diçû, li Yewnanîstanê hate girtin.

Hêzên Ewlekariya Peravê yên Yewnanîstanê li keştiyekê kontrol kirin û 29 ton konteynerên ku tê de amonyûm nîtrat, funye û kapsulên ku teqemenî ji wan tê çêkirin, dîtin. Hêzên ewlekariyê dest danîn ser keştiyê.

Li nava keştiya bi navê Andromedayê 410 ton teqemenî hate dîtin. Hat ragihandin ku barê keştiyê li bendergehên Skenderûn û Mersînê hatiye barkirin û ji van cihan bi rê ketiye. Li gorî agahiyan, piştî ku hat bihîstin wê keştî biçe Lîbyayê hatiye sekinandin.

Hat ragihandin ku di fermiyetê de keştî diçû Cîbûtî û Ûmmanê, lê di rê de berê xwe daye bendergeha Mîsrata ya Lîbyayê.

Tê lêkolîn bê ev madeyên teqemeniyê ji aliyê kê ve li keştiyê hatiye barkirin û ji kîjan koman re dihatin şandin. Ji Yekîneyên Ewlekariya Peravê ya Yewnan amîral Yannîs Argîrîû anî ziman ku 8 personelên keştiyê hatine binçavkirin û wê derkevin pêşberî dadger.

Amîral ji bo keştiya ji Tirkiyeyê bi rê ket got, 'bombeya li ser behrê'.