Parlementeriya Zana hate betalkirin

Parlemeteriya Leya Zana ya parlemetera HDP’ê ya Agiriyê ye hate belakirin.

Wekîla Serokê Meclîsê Ayşenûr Bahçelî, ji bo wekîltiya Zana bê xistin fezleke da Wezareta Dadê. Bahçelî bi hinceta li gorî xala 81'an 212 rojan berdewam nekiriye fezleke pêşkêşî meclîsê kir û hilbijartina vekirî kir.

Meclîsa Giştî ya Tirkiye wekîltiya Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana bi hinceta 212 rojan neçûye meclîsê bi zêdetirî 276 dengan xist. Parlamentera HDP'ê Leyla Zana di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de hat hilbijartin û di 17'ê Mijdara 2015'an de li meclisê sond xwar. Lê bi hinceta sonda wê kêm e sonda Zana nehat qebûlkirin. Bi hinceta Zana sond nexwariye mafê wê yê kursiyê û mafê wê yê pirsnameyan ji destê wê hat girtin. Zana, herî dawî bi hinceat 212 rojan neçuye meclîsê û tevlî rûniştinan nebûye parlamenteriya wê hat xistin. Zana di Adara sala 1994'an de dîsa bi sedema bi Kurdi sond xwaribû wekîltiya wê hatibû xistin.

Bi xistina wekîltiya parlamentera Zana heta niha 5 wekîlên jin bi giştî wekîltiya 6 parlamenterên HDP’ê hat xistin.

Heta niha parlamenteriya Hevseroka Giştî HDP'ê ya berê Figen Yüksekdag, Nursel Aydoğan, Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer Ozturk û Besime Konca wekiltiyên wan hatin xistin. Hêjmara parlamenterên HDP'ê ji 59 kesan daket 53 wekîlan.

Dîsa dadgehê ceza li parlamenterên HDP'ê Îdris Balûken û Abdullah Zeydan jî birîn û tê xwestin ku wekiltiya wan jî bînin rojeva meclîsê