ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.
- Yildirim: Em bang li gelê xwe û hemû hêzên demokratîk dikin, ku li dijî faşîzmê 11'ê Sibatê li Enqereyê li hev bicivin û dengê xwe yê li dijî faşîzmê bilind bikin.
- Seroka Evîd-Senê Gulhan Benlî bal kişand ser şîdet, destavêtin û destdirêjiya li karkerên jin ên malê tên kirin û got, koledarî li ser karkerên malê tê ferzkirin.
- Yek ji gêrîlaya HPG’ê Nûran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) ku demeke dirêj di Çapemeniya Azad de li Êlihê belavkariya rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dikir, piştî tevlî têkoşîna azadiyê bû, li gelek herêman xebat xebitî. Dayik û bavê Yuksekbag behsa jiyana wê ya li malê kirin.
- Tevî ku li Elmanyayê sûc nekiriye jî, koçberekî Tirkiyeyî ji ber ku weke 'sûcdarê potansiyel' ji aliyê polîsan ve hate deqkirin, hate dersînorkirin.