Demîrtaş dibin dadgehê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku tevlî rûniştina dozê bibe ji girtîgehê derxistin û dibin dadgehê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), yê ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê girtî ye, ji bo ku tevlî danişîna dozê ya li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 38’an a Stenbolê bibe dibine Stenbolê.

Diyar bû ku Demîrtaş bi rê xistine û tê payin li danişîna saet 14.00’an hazir be.

CARA PÊŞÎ DERDIKEVE PÊŞBERÎ DADGER

Demîrtaş ji dema ku rehîn hatiye girtin cara pêşî wê derkeve pêşberî dadger. Demîrtaş 24’ê Kanûna 2015’an dema ku ji serdana Rûsyayê vegeriyayî, ji ber axftina xwe ya li Balafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê, ku ji nûçegihanan re kiribû, bi hinceta ku ‘Serokkomar kêm kiriye’ tê darizandin.

Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 16’an, li hêwana herî berfireh a Edliyaya Bakirkoyê wê were ditin. Li ber edlîyê gelek polîs hatine bicihkirin, gel jî ji bo rûniştinê ber bi edliyê ve tê.