Hevserokê PJAK’ê Mûînî: Azadî bi têkoşîneke hevpar dibe

Hevserokê PJAK’ê Mûînî ê di konferansa li PE’yê de axivî, anî ziman ku divê sîstemeke alternatîv ku hemû gel bikarin bi awayek azad bijî bê avakirin.

Konferansa li Parlemetoya Ewropayê (PE) kul i ser Îran û Rojhilat hate lidarxistin bi dawî bû. Di konferansa gelek pispor û nûnerên partiyan tevlî bûn de, Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî axivî, anî ziman ku divê sîstemeke alternatîv ku hemû gel bikarin bi awayek azad bijî bê avakirin.

Li Parlemetoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brûkselê konferansekî bi sernavê “Vîzyona Çareseriya Demokratîk a ji bo Kirîzên Îran û Rojhilata Navîn’ a pirsgirêkên gelên Îranê hatin gotûbêjkirin hate lidarxistin.

Di konferansa ji gelek welatan kesayetên pispor, akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedar tevlî bûn de, gotûbêj li ser kirîzên li Rojhilata Navîn, sedemên kirîzên li Îranê rû didin û çareserî, dîsa Kurd jî di nav de pirsgirêkên gelên li herêmê dijîn û çareserî hatin kirin.

 ‘DI VAN ÇALAKIYAN DE HESRETA AZADIYÊ HEYE’

Di beşa yekem a konferansê de panelek bi sernavê “Li Rojhilata Navîn û Îranê ji bo pêşketina demokrasiyê fersend’ hate lidarxistin. Di rûniştina di bin moderatoriya Sara Mûhammeî û Jalla Zîaenî de hate kirin Nivîskar Bahram Rahmanî axivî. Rahmanî bal kişand ser çalakiyên li gelemperiya Îranê pêk tên û got: “Her çiqas di warê aborî û hejarî jî hebe, ecama zextên dîrokî ye. Ji ber ku bi salan e rejîm zextê li hemû beşên civakê dike. Jiyan li gel herimandine. Êdî gel naxwazin bi vî rengî bijîn.”

‘DI PROJEYA ME DE AZADIYA GELAN ESAS E’

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Siyamend Mûînî jî axivî û wiha got: “Îran bi vî awayî hê zêdetir nikare xwe heyîna xwe bidomîne. Ji bo vê divê bi tememî vê sîstemê ji binî ve bide guhertin. Sîstem divê vegere awayê ku gel bi demokratîk û azadî xwe bi xwe îfade bike û xwe birêve bibe. Çareserî enceq bi vî awayî bibe. Hemû gelên li Îranê niha bi sîstemekî Şîa ya şovenîst ve tê birêvebirin. Ev sîstemeke ne di berjewendiyên gelê Îranê de ye. Ji bo vê divê em di nava lêgerînekî ya sîstema alternatîv de bin. Sîstema herî guncaw a ji bo gelên herêmê konfederalîzma demokratîk e. Sîstemeke ku hemû gel bi awayekî azad dikare heyîna xwe bide nasandin û bi nasnameya xwe xwe îfade bike ye. Ji bo jiyanek bi rûmet û azad weke partî ji bo gelên li herêmê dijîn pêşniyara konfederalîzma demokratîk û modeleke ya demokratîkbûna Îranê dikin. Ji bo vê em kar dikin. Di vê projeyê de ne tenê azadiya gelan esas tê girtin, heman demê di serî de berjewendiyê jin, zarok û hemû beşên civakê esas digire. Ev jî enceq bi têkoşîneke hevpar a hemû beş û gelan pêkan e.”

 ‘REJÎMEKE KU MÎNAKA WÊ LI TI DEVERÊN CÎHANÊ TINE YE’

Ji Zanîngeha Sarbonne ya Parîsê Hasan Makaremî jî bal kişand ser pêkanînên rejîmê û got: “Ev rejîm bi salan e êşkenceyê li mirovan dike, dikûje û zextê li wan dike. Li ti devera cîhanê mînaka vê sîstemê nîne. Ti saziyên civakî û demokratîk nîne û rê nadin vê. Her roja ku diçe jiyan nexweştir dibe. Ji bo vê divê ev rejîm bi lezgîn bê guhertin.”

‘REJÎMA ÎRANÊ LI DIJÎ JINAN E’

Dixtor û aktivîsta jin Jhaleha Ahmedî jî dî dîrokê de bal kişand ser polîtîkayên rejîma Îranê û anî ziman her tim kaos û rejîma tirsê hebû. Ahmedî wiha pêde çû: “Jin li Îranê tine tê hesibandin. Ev rewş çi di aliyê qanûnê de çi ji di aliyê welat de heman e. Nayên naskirin û ti mafê wan nîne. Ev jî ji mafê rejîma îslamî û venêrîna wan a ji bo jinê tê. Îro di kesayeta jinê de li ser hemû beşên civakê zext û çewisandin heye. Îro jî rejîma Îranê li dijî gel bi awayekî hovan e êrîş dike. Yên ku herî zêde bondar dibin jî jin in. Ji ber ku bi ti awayî ne azad in. Dîsa yên ku herî zêde li kolanan û qîr dikin jî jin in. Ji bo guhertina vê rejîmê divê her kes têkoşînê bike.”

Konferans bi xwendina encamnameyê ve bi dawî bû.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku divê Yekîtiya Ewropa (YE) mûdaxeleyî Îranê bike, her wiha divê girtiyên siyasî û polîtîk bên berdan, dîsa hêzên cîhanê divê li hemberî zextên Îranê xwedî helwest bin û her wiha divê hemû gelên li herêmê dijî bi nasname, çand û fikra xwe ya siyasî bi awayeke azad dibê bijî.