Êşkenceya ‘kincan’ li girtiyan

Diyar bû ku beriya bi çend rojan girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa E’yê ya Xarpêtê sewkî Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê bûn êşkence li wan hatiye kirin û kincên wan nedane wan.

Girtiyê bi navê Mehmet Kaya ku ji Girtîgeha Tîpa E’yê ya Xarpêtê şandin Tîpa T’yê bi rêya telefonê ji malbata xwe re got, dema ku ew sewqî girtîgehê kirine êşkence lê kirine û kincên wî nedanê.

Bavê Mehmet Kaya Sidik Kaya agahî da Ajansa Mezopotamyayê û got 2 meh ceza dane kurê wî û qedexeya hevdîtinê jî danê. Kaya diyar kir ku kurê wî jê re gotiye,’’Li koxuşê ceza dane me, kincên me nedane me. Piştre êşkence li me kirine û em avêtine Tîpa T’yê.’’

Bav Kaya helwesta xwe diyar kir û got, ‘’Dadmendî wiha nabe. Dema ku mirov diçe girtîgehê li ser derî ‘dadmendî’ dinivîse lê em dibînin ku li Tirkiyê dadmendî nîn e. Em kincên yek reng qebûl nakin, zarokên me jî qebûl nakin. Kesek nikare vê bi me bide qebûlkirin’ û got tiştên ku dibin rasterast bi kincên yek reng re têkildar in.