Dîroka raperîna gel a li Îranê

Ji raperîna destpêkê ya sala 1891'ê heta serhildanên gel ên îro, kurteberiya rewşa Îranê wiha ye; yên ku duh daxwaza demokrasiyê û qanûna Îslamê dikirin, îro bûne neteweperest, olperest û înkarker.

Raperîna destpêkê ya li Îranê, sala 1891'ê rû da. Ev raperîn, yekemîn serhildana herî mezin a gel bû ku hem li dijî hêzên dere hem jî li dijî dewletê hate kirin. Raperîn li dijî Nasreddîn Şah hate kirin. Lê di heman demê de pêwendiya xwe bi polîtîkayên hundir û derve hebû. Xanedaniya wê wextê serdest bû, 'Kaçar' bû. (Xanedaniya Kaçarê ku 1795'an li Îranê ava bû, heta 1925'an dewam kir)

RAPERÎNA TÛTIN A 1891'Ê

Şah, sala 1890'î maf da şîrketeke Îngilîz ku tûtina Îranê biçîne, bifiroşe û îxraç bike. Ji ber ku tûtin li Îranê gelekî dihate çandin û bikaranîn, hemû hêzên mûxalîf li dijî hikumxwar bûn yek. Ev protesto ji aliyê Ûlemayê Şîa ve hate birêxistin. Ûlema, li dijî bandora biyanî ji bo parastina rûmeta Îslamê ji gel xwest ku tevlî wan bibe û destnîşan kir ku polîtîkaya Şah li dijî qanûnên Îslamê ye. Sala 1891'ê li Tehranê û bajarên din ên Mezin gelek xwepêşandan hatin kirin. Îmtiyaza Şah ku li ser gelê li dora lîderên olî civiyan ti bandora xwe nebû, sala 1892'an betal bû. Ev yek weke "Raperîna Tûtinê" cihê xwe di dîrokê de girt.

DEMOKRATÊ DUH BÛ NETEWEPERESTÊ ÎRO!

Di vir de rewşa balkêş ew bû ku ev raperîna çîna ûlema ya li dijî dewletê bû. Raperîna gel a li Îranê ku rojên dawî yên sala 2017'an dest pê kir û hê jî didome, li dijî wê çîna 'ûlema' ya ku wê rojê serî rakiribû, tê kirin. Salên ku di ser re derbas bûn, her tişt ji binî ve guherand û nîşan da bê hêzên ku bidin desthilatdar çawa dirizin. Yên ku duh serî rakirin û daxwaza demokrasî û qanûnên Îslamî kirin, îro li ser desthilatdariyê ye û bi gendelî, neheqî û bê edaletiyê tên sûcdarkirin. Dibe ku kurteberiya tevahiya meseleya li Îranê ev be. Yên ku duh demokrasî dixwestin, îro bûne neteweperest, olperest û bi nêzîkatiya înkarê tevdigerin. Her wiha danîna pêwendiya bûyerên li Îranê diqewimin bi hêzên derve re, tê wateya nenaskirina Îranê û dînamîkên wê, tê wateya biçûkdîtina gel û êşandina bîra gel a demokratîk.

TESPÎTÊN OCALAN ÊN LI SER ÎRANÊ

Nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nava tecrîdeke giran a nêzî bîst salan de li Îmraliyê bi kedeke mezin nivîsandiye, Rojhilata Navîn dîzayn dike û rê nîşanî gelan dide. Di pirtûka xwe ya dawî ya parêznameyê de (Pirtûka pêncemîn) ji bo Îranê dibêje, 'Dibe ku di demeke nêz de li Îranê şerekî modernîteyê yê rasteqîn rû bide'. Bi vê gotinê re mîna ku serdema heyî tespît dike tevdigere û dîsa derket holê ku mafdar e. Jinên demokrat, ciwan, rewşenbîr û esnafên ku cewhera rasteqîn a Îranê ne, îro jî daxwazên xwe didomînin. Ev tespîta Ocalan gelekî watedar û hêja ye: "Neteweperestiya Şîa çiqasî hewl bide rastiyê berevajî bike jî, wê nîqaşên polîtîk û îdeolojîk ên li ser modernîteyê mezin bibin û bidomin. Gelên Îranê ji gelên din bêhtir modernîteya kapîtalîst nas dikin û bi biryar in ku serî li ber netewînin. Neteweperestiya heyî ya Şîa çiqasî antî Îsraîltiya sexte, antî Amerîkatiya sexte û antî Rojavatiya sexte bike jî, wê di dema dirêj de nikaribe pêşî li lêgerîna gelên Îranê ya li modernîteya guncaw bigire. Bi DYA û Îsraîlê re li hev bike jî wê nikaribe bi vê sekna xwe ya maskekirî li ber feraseta gelan bisekine. Di çanda Îranê de lêgerîna li heqîqetê xurt e."

WELATÊ KU LI HER DEVERA ROJHILATA NAVÎN HEYE, LI TI CIHÎ NÎNE: ÎRAN

Îran ku weke welatekî li her devera Rojhilata Navîn heye, lê di heman demê de li ti cihî nîne tê naskirin, di dîroka xwe ya nûjen de gelek raperînên gel dît. Dema ku mirov li du sed salên dawî yên Îranê dinerin, rawestgehên girîng ên ku nasnameya wê diyar kirine, dibînin. Bandora Îngilîstan û Rûsyayê eşkere ye. Heta Şerê 2. ê Cîhanê, Rûsya û Îngilîstan hevîrê vî welatî distirên. Di şexê malbata Kaçar de, desthilatdariya ku tengav bû sala 1906'an dawî li meşrûiyeta wê hat. Tevî ku gavên pêşverû hatin avêtin jî encameke zêde bi dest neket. Rûsyayê parastin û gumruka vî welatî, Îngilîstanê jî petrola wê kontrol kir.

Îran ku nekarî ji vê tengaviyê derkeve, sala 1922'an radestî Riza Pehlewî hate kirin ku wê wextê efserekî artêşa Kazak bû. Riza Pehlewî xwest mîna Tirkiyeyê li Îranê bike, lê bi ser neket. Di dema Şerê 2. ê Cîhanê de ewrên Elmanan jî li ser vî welatî geriyan. Tedbîr li pêşiya vê hate girtin. Mehmed Riza Pehlewî bû desthilatdar.

Salên 1950'î Dr. Mûsaddik di encama hewldanên reformxwaziyê de hikumet ava bû. Çepgirî di vê demê de xurt bû. Hêza Şah kêm bû û ji welêt derket. Dr. Mûsaddik di nava du salan de hat tasfiyekirin û Şah vegeriya. Ji bo şikandina bandora gengaz a Rûsyayê, DYA derket pêş. Karên modernîtyê dest pê kir. Ji bo bernameya rojavatî ku jê re 'Şoreşa Spî' dihate gotin, hewldanan dest pê kir. Vê rewşa nû vê carê olperest hêrs kir. Hûmeynî jî bi vî rengî derkete holê. Sirgûn bû. Lê belê êdî gav hatibû avêtin. Li hundir şîroveyên îdeolojîk, sosyalîst ên Alî Şerîatî û Ayettûllah Telqanî, her wiha bilindbûna dengê etnîkî yê welêt kir ku şoreşa 1979'an bi lez bibe. Hûmeynî bû desthilatadr û bi lez û bez sozên xwe ji bîr kir û polîtîkayên redkirinê xiste dewrê. Îran îro ji aliyê dewlemendiya petrolê ve di rêza 3. de ye û deriyê wê li Okyanûsa Hînt vedibe. Tevî axa xwe ya dewlemend, çavkaniyên xwe yên dewlemend ên gaza xwezayî heye. Lewma ji aliyê jeo-polîtîk ve girîng e.

KRONOLOJIYA RAPERÎNÊN GEL ÊN LI ÎRANÊ

Ji bo fêhmkirina raperîna gel a îro, em berê xwe bidin tecrûbeyên berê û dîroka van raperînan:

ŞOREŞA MEŞRÛTIYETÊ YA 1905'AN

Piştî raperîna tûtinê, bûyera herî girîng mirov dikare bêje ku 'Şoreşa Meşrûtiyetê' ye. Navbera salên 1095-1097'an bi daxwaza meşrûtiyetê şoreş li Îranê hate kirin. Di encama şoreşê de meşrûtiyet hate îlankirin, destûra bingehîn a nû hate amadekirin û meclîs vebû.

SERDEMA TÛDEH Û MÛSADDIK!

TÛDEH sala 1941'ê ava bû. Partiyeke komunîst e ku li Îranê ava bû. Navê xwe Partiya Girseyên Îranê ye. Bi Partiya Komunîst a Yekîtiay Sowyetan re xwedî têkiliyeke xurt e. Piştî ku Riza Şah sala 1941'ê ji bo kurê xwe Mûhammed Riza Pehlewî neçar ma ji desthilatariyê vekişe, li jiyana siyasî vegeriya û ji bo meclîsê ji nû ve hate hilbijartin (1944). Li dijî mafê Yekîtiya Sowyetan ê ku li bakurê Îranê li petrolê bigere û derxîne, mûxalefeteke xurt meşand. Piştre ji bo netewîkirina tesîsên Anglo-Îranîan Oîl Company Ltf. ên Îngilîzan ên li Îranê, bang kir. Bi vê bangê re derdorên neteweperest hurmet nîşanî wê da. Pêvajoya ku jê re şerê petrolê tê gotin, piştî vê ye. Pêşnûme qanûna ji bo neteweyîkirina petrola Îranê ku ji aliyê Mûsaddik ve hate amadekirin, sala 1951'ê li meclîsê hate qebûlkirin. Û Şah neçar ma ku Mûsaddik ê bi vê biryara meclîsê re xurtir bû bike Serokwezîr. Div ê demê de çalakiyên xurt ên gel hatin lidarxistin.

ŞOREŞA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ YA 1979'AN Û PÊVAJOYA PIŞTÎ WÊ

Sala 1979'an Şoreşa Îslamî ya Îranê pêk hat. Îran ji monarşiyeke bi lîderiya Mûhammed Riza Pehlewî derbasî Komara Îslamî ya li ser bingeha nêrîna mezheba Şîa û hiqûqa Îslamî bû ku ji aliyê Ayettûllah Rûhuûllah Hûmeynî ve hate birêvebirin. Sala 1979'an di referandûmê de dengdêran ji bo avakirina komareke Îslamî deng dan. 1'ê Nîsanê weke roja destpêkê ya 'Hikumeta Xwedê' hate îlankirin. Destûra Bingehîn a ji Welayet-î Fakih di referandûmê de hat erêkirin. Meha Kanûnê kete meriyetê û Hûmeynî bû lîderê olî yê Îranê. Ev pêvajoya ku bi desteka gel pêk hat, di demeke kin de veguherî pêvajoyeke ku gel hate jibîrkirin û gelek komên destek didan hatin tasfiyekirin. Yek ji van koman jî Kurd bûn. Îslamî, sosyalîst û demokratên radîkal jî tevlî şoreşa Îranê bûn. Şah bi eniyeke berfireh a têkoşîneke demokratîk hate hilweşandin. Divê ev rastî ji aliyê kesî ve neyê jibîrkirin. Şoreşa li Îranê, hilweşandina Şah bi çekê nebû. Bi hêza gel ku di ti şoreşê de nehatiye dîtin pêk hat. Yek ji wan şoreşan e ku di îrokê de herî zêde gel destek da wê. Lê belê şoreşa li Îranê gav bi gav ji daxwazên civakê qut bû û veguherî rejîmeke zordar. Li pêşiya azadiya gelan û demokrasiyê bû asteng.

ŞOREŞA ÇANDÊ

Sala 1980'ê Şoreşa Çandê li Îranê dest pê kir. Meha hezîranê, ji ber polîtîkaya 'Îslamîkirina Zanîngehan' ji aliyê Hûmeynî ve, 20 hezar hîndekar ji kar hatin avêtin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li rêveberiya Îranê kir ku bes xwedî li îdamê û girtina piştî şoreşê derkeve. Di nava sal û nîvekê de herî kêm hezar kes hatin darvekirin.

PROTESTOYÊN XWENDEKARAN

Sala 2003'an Xwendekaran dest bi şermezarkirina xercên zanîngehê yên hatin zêdekirin û taybetîkirina zanîngehan kirin. Xwepêşandan veguherî daxwaza demokrasiyê. Çalakgeran dan xuyakirin ku Serokkomar Xatemî piştgirî nedan wan.

Sala 2007'an, piştî ku hikumetê ragihand ku wê sotemenî bi karneyê were belavkirin, li gelemperiya welêt xwepêşandan hatin lidarxistin.

HILBIJARTINA 2009'AN Û TEVGERA KESK

Sala 2009'an Tevgera Kesk a mûxalîf li dijî teokrasiyê dest bi têkoşîna herî mezin a ji şoreşê û pê ve kir. Bi milyonan kes li gelek bajarên welêt du hefteyan bi dirûşma "Dengê min li ku ye?" tevlî xwepêşandanên protestoyî bûn. Piştî hilbijartina Serokkomariyê ya 2009'an, alîgirên Mîr Huseyîn Mûsawî û Mehdî Kerrûbî dan xuyakirin ku dek û dolab di hilbijartinê de hatine gerandin û li dijî vê yekê li paytext Tehranê û gelek bajarên mezin xwepêşandan lidarxistin. Li hemberî van xwepêşandanan li Tehranê bi deh hezaran kes ji bo destekkirina serkatina Mahmûd Ahmedînejad li hev civiyan. Serokkomar Ahmedînejad bêaramiya li welêt red kir û weke "daxwazên piştî maça futbolê" bi nav kir. Di xwepêşandanan de li gelemperiya welêt herî kêm 20 kes mirin. Dîmenê kuştina xwendekarê mûxalîf Nîda Axa Sûltan (26) a bi fîşekan hate weşandin û rê li ber hêrseke mezin vekir. Xwendekarê hate kuştin bû semboleke girîng a Tevgera Kesk.

Û 28'Ê KANÛNA 2017! RUHÊ BEXWEDANÊ YÊ VEGERIYA

Û 28'ê Kanûna 2017'an Îran ji nû ve germ bû. Ji xwepêşandanên hilbijartina 2009'an û vir xwepêşandanên herî girseyî hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de herî kêm 12 kes mirin, bi sedan kes hatin binçavkirin. Bajarên protesto lê hatin lidarxistin ahtin dorpêçkirin. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi deh hezaran kes li gelek bajaran daketin qadan û gendelî û krîza aboriyê şermezar kirin. Di çalakiyan de dirûşmên "Bimire dîktatorî" hate qîrîn.

'ÎRAN NEMA MÎNA BERÊ DIBE'

Hê nediyar e bê ev raperîna gel rê li ber çi veke. Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan li ser guhertina li Îranê got, "Li Îranê êdî gav hatiye avêtin. Îran êdî nema mîna berê dibe. Ev hewldanên reform û nermkirina sîstemê, wê teqez encamê bigire."