Yekemcar 'sûcdarekî potansiyel' ê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin

Tevî ku li Elmanyayê sûc nekiriye jî, koçberekî Tirkiyeyî ji ber ku weke 'sûcdarê potansiyel' ji aliyê polîsan ve hate deqkirin, hate dersînorkirin.

Rêveberiya Eyaleta Nordrheîn Westalen (NRW) a Elmanyayê, yekemcar xwe spart qanûnên "xalên li dijî terorê" yên di qanûna biyaniyan de cih digire û koçberek dersînor kir. Wezîrê Ahengiyê yê NRW Joacîm Stamp li ser mijarê daxuyanî da û anî ziman ku dersînorkirina navborî rojên dawî yên sala bihurî hate kirin.

Li gorî agahiyan, koçberê Tirkiyeyî yê hatiye dersînorkirin, "Îslamiyekî radîkal" bûye. Wezîrê ji Partiya Demokratên Azad (FDP) li ser mijarê zêde agahî neda. Wezîr Stamp got, "Em ê bi hemû rê û rêbazan li dijî terorîstên Îslamî têbikoşin."

Wezîrê Elman diyar kir, ji bo dersînokirina kesên krîmînal û xetere ew bi xurtî dixebitin. Li gorî agahiyan, li NRW ku mezintirîn eyaleta Elmanyayê tê payin ku 13 kesên din ên hatine deqkirin werin dersînorkirin.

Piştî êrîşên 11'ê Îlona 2001'an li DYA hate kirin, li Elmanyayê jî qanûnên "antî terorê" hatin derxistin û li gorî yek ji van qanûnan, koçberên "sûcdarên potansiyel ên dikarin gefê li ewlekariya welêt bixwin" mafên wan ên rûniştinê werin betalkirin û ji bo welatê jê hatine bên dersînorkirin.

Lê belê ev xala weke xala "kesên xetere" bi nav dike, heta niha nedihat bicihanîn. Piştî ku penaberekî bi navê Anîs Amîrî beriya cejna Noelê ya sala 2016'an li Berlînê bi TIR'ê êrîş kir, ev qanûn ji nû ve kete rojevê.

Astengiyeke din a li pêşiya bicihanîna qanûnê jî ew bû, ku welatên koçber jê hatine bi Elmanyayê re hevkarî nedikirin. Ji ber ku diviyabû welatên navborî dersînorkirinê erê bikira û belgeyên ji bo dersînorkirinê amade bikira. Di vê mijarê de bi taybetî welatên li rojavayê Afrîkayê xwe nadin ber hevkariya bi Elmanyayê re.

Tirkiyeyê cara yekemîn, dersînorkirineke bi vî rengî erê kir. Ev jî weke hevkariya rêveberiyên Enqere û Berlînê tê dîtin. Tê meraqkirin bê ev qanûna li dijî "terorîstên Îslamî" di dema bê de li dijî sûcên siyasî jî bi cih were anîn yan na.