Serlêdana 721’an a hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran a 721’an a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Parêzer Ebrû Gunay, Îbrahîm Bîlmez û Huseyîn Bogatekîn ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, Serlêdana parêzeran bi hinceta qanûna tevdîrên di derbarê hikûmxwaran a Hejmara 5775’an de hat redkirin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û heta niha ev 721 care serlêdanên wan a ji bo hevdîtinê hatine redkirin.