Demîrtaş: Biryara ku ez ê nebim namzet min stand

Demîrtaş li ser nîqaşên ji ber sedema ku di dema nû de wê nebe namzet bersiv da pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û got, "Ên ku ji bo dîzaynkirina HDP’ê di kemînê de ne wê ti encamê nestînin."

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê Mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê girtî ye diyar kir ew ê di Kongreya Asayî ya 11’ê Sibatê de nebe namzet.

Demîrtaş li ser pêvajoya kongreyê, nîqaşan, li ser projeya HDP’ê bersiv da pirsê MA’yê.

‘BIRYAR MIN DA’

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahatîn Demîrtaş bal kişande ser biryara ku wê xwe di ber namzetiya hevseroktiyê re neke û got ev biryar wî daye, bi vê biryarê li cem gel rexne li xwe girtiye û xwest ku di kongreyê de rexnelixwegirtin bi berfirehî bibe, li ser esasê bi pratîkê ji bo ku kêmasî dubare nebin hazirî werin kirin.

Demîrtaş got, ‘’Beriya her tiştî bibêjim ti kesî ez tasfiye nekirime. Divê her kes bi zelalî vê bizanibe. Li ser mijara ku ez nebim namzet ti kesî tiştek ji min re negotiye û ez areste nekirime. Hemû geşedan û nîqaş, dibetî min nirxandin û min ev biryar stand. Helbet gelek sedem hatin cem hev û van ez birim pêvajoya ku ez biryarê bidim. Beriya her tiştî ji ber sedema ku min nekarî peywira xwe ya parçeyek ji lîdertiya kolektîf û bi karîgerî ji ber ku min nedikarî peywira xwe bi cih bînim dibû ku zor li navenda partiyê bikira.

‘DI KONGREYÊ DE DIVÊ EM REXNELIXWEGIRTINÊ BI BERFIREHÎ PÊK BÎNIN’

Ji ber rewşa ku ez girtî me, dibe ku hevalê min nexwazin vê bi zelalî ji min re bibêjin. Lê diviya min bi xwe rê li vî tiştî vekira û diviya min bikira ku partiya min ku xwe ji pêngaveke nû ya siyasî re, ji hilbijartinê re xwe hazir dike bi azadî ev nîqaş bikira. Beriya ku ez biryareke wiha bidim belkî jî partiya min û zemînê ber pê nedihat ku vê bixe rojevê, nizanim. Heke pêdivî bi tiştekî wiha hebe dixwazim bi hêlên xwe yên zêde û kêm were nîqaşkirin. A girîn berjewendiya gel û HDP’ê ye. Em hemû, em ê vê li ber xwe deynin. Helwesta min ji hêla dî ve, ber bi kongreyê ve rexnelixwegirtina li ber gel e. Berpirsê vê jî ji hêla siyasî ve ez im helbet. Di kongreyê de bi rexnelixwegirtina berfireh, ji bo kêmasiyên pratîkê ji holê werin rakirin divê em haziriyan bikin.’’

‘PEYWIRA SEREKE YA PARTIYÊ AVAKIRINA ATMOSFER Û MEKANÎZMAYÊN NÎQAŞÊN BIBER E’

Demîrtaş bal kişande ser cihêtiya HDP’ê ya ji partiyên dî û got biryara rast piştî nîqaş, rexne û pêşniyaran wê derkeve holê û got, ‘’Helbet piştî piryara min a ku hin kesên ku di kemînê de wê hewl bidin ku HDP’ê biqewêrin û hewl bidin dîzayn bikin. Lê ev ê wiha nikaribin karîger bin. Ti kesek ji mudaheleya derve ya bi ser tevgera gel HDP’ê de nikare encamê bistîne. Lê li gel vê jî nêzîkatiya herî biçûk ku hewl bide van nîyetên baş û nîqaşên mafdar bi vî rengî reş bike ev ê bibe xefleteke mezi. Kedkarê zemîna partiyê, dostên me, derbarê HDP’ê divê bi rehetî û bi rengekî azad bikaribin raman, pêşniyar û rexneyên xwe bikin. HDP tam li vir divê cihêtiya xwe deyne holê. Peywira sereke ya rêveberiya partiyê jî ew e ku ji bo van nîqaşan atmosfera biber û mekanîzmayan ava bike û rê li ber nîqaşan veke. Di encamê de em ê biryara herî rast a ji bo HDP’ê bi esasgirtina van nîqaşan bibînin.’’

‘DIXWAZIM ALTERNATÎF DERKEVIN’

Demîrtaş bi domdarî got, ‘’Li ser mijara ku nebim namzet min helwesteke jidil û zelal danî. Ji vê armanca min helbet ne qelskirina HDP’ê ye. Ji bo ku alternatîfên ku şertên wan guncavtir û bikaribin vê peywirê bikin min ev biryar stand û rê li vê vekir. Ez niha hêvî dikim ku ev nîqaş bi helwesteke polîtîk a gihayî û li ser esasê destkeftiyên polîtîk bidomin. Ji nêz ve nîqaşan û konferansan ve dişopînim. Em ê encaman bi rêveberiya partiyê re binirxînin. Hurmeteke min a mezin heye ku li her deverê heval min pêşniyar dikin û ji vê pir serbilind im. Lê teqez divê alternatîfên dî jî werin pêşniyar kirin û derkevin holê. Em ê ji bo her îhtîmalê haziriyên xwe bikin û bi tevdîran bi pêş ve biçin. Jixwe ku sifetê min ê Hevseroktiya Giştî nebe jî, weke yek ji berdevkên HDP’ê ez ê dîsa dengê hemû pêkhateyên HDP’ê bim û jê re bibim nefes.

Ez li hundir jî bim, li derve jî bim, Hevserokê Giştî yê HDP’ê bim jî ne Hevserok bim jî, ez ê tecrûbeya xwe teorîk û pratîk, bi rêbazeke ku rêveberiya HDP’ê guncan bibîne xizmetê ji bo gelê bikim.’’

‘DIVÊ KONGRE BI GIRSEYÎ BI ÇOŞ BE’

Demîrtaş li ser kongreyê jî got divê bi girseyî be, bi çoş be, ji hemû deverên Tirkiyê HDP’yî û dostên wan bi reng, dengên xwe hêwana kongreyê bikin baxçeyê kulîlkan, ji dîzayna hêwana kongreyê, ta bi pankart, dirûşm, peyamên ku li kongreyê wê werin dayin, divê bi rengekî zelal diyar were diyarkirin ku HDP partiya hevpar a gelên Tirkiyê ye û biryarên ku wê werin standin divê ji hêviya hemû derdoran re bibe bersiv û bang kir ku gel hemû xwe tevlî kongreyê bike.