Zarokên Nisêbînî: Leşkeran êşkence li me kirin

Zarokên li Nisêbînê di dema 'qedexeya derketina derve' de hatin binçavkirin û piştî êşkenceyeke giran hatin girtin, derketin pêşberî mehkemeyê.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 26’ê Gulan 2016’an, di îlankirina qedexeyên derve de, 76 kes ji navçeyê hatibûn derxistin û piştre bi hinceta 19 sûcdariyên cuda 17 jê zarok bi giştî 67 kes hatibûn girtin. Piştî 19 mehan îdîaneme hat qebûlkirin û yekemîn danişîna dozê di 9'ê Çile de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Danişîna dozê li salonek avahiya Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) hat dîtin.  Danişîna dozê ji rojnamegeran re girtî hat dîtin. Di danişîna dozê de zarokên girtî N.A, B.E, B.M, Ç.K, D.A, E.T, H.A û H.E amade bûn. Zarokênk bi navê Ş.A, F.A, S.P, D.K, E.D, N.K, K.B, G.M û H.B bi riya SEGBÎS amade bûn. Danişînê bi xwendina îdîanameyê dest pê kir. Zarokan xwest bi kurdî parastinê bikin. Li ser daxwaza zarokan a parastina bi kurdî tercûman anîn salonê. 7 zarokên li girtîgehên cuda bi riya SEGBİS'ê îfade dan. 
 
‘ÎFADEYA ŞAHIDÊN NEPEN BI SEGBÎSÊ HAT GIRTIN'
 
Girtekên îdîanameyê 2 roj beriya danişînê dan zarokan. Di danişînê de zarok H.A., parastin kir û wiha got: "Di qedexeyan de ez di jêrzemînê de mam. Ez beşdarî şer nebûm. Piştî ez ji jêrzemînan derketim ez ji aliyê leşker û polîsan ve rastî lêdanê hatim. Şahidê nepen bi êşkenceyê îfade daye. Tenê îmze avêtiye bin îfadeyan. Îfade ne aydî wî ne. Ez îdîayên der barê xwe de qebûl nakim." 
 
LEŞKERAN ÊŞKENCE KIR
 
Girtî H.E. jî îfadeyên li dozgeriyê red kir û got: “Em 25 kesên di jêrzemînê de derketin. Piştî em derketin polîs û leşkerên hatin em girtin em xistin kamerayê. Gotin em dê we bi ewle bigirin. Piştî em birin cihekî din û kamera girtin êşkence li me kirin. Leşkeran li me êşkence kirin. Dar di pişta min de şikandin. Bi zorê girtek dan girtin. " H.E., anî ziman ku dema îfade da cuda bû û tişta derbasî girtekan kirin cuda bû. 
 
‘XWESTIN TECAWIZÎ MIN BIKIN'
 
N.A. jî anî ziman ku dema ji  jêrzemînê derketin rastî tacîza leşkeran hatin û wiha got: "Min di bin zextan de îfade da. Ez rastî êşkenceyê hatim. Min ev yek ji dozger re got. Lê dozger got ‘Dua bike tu nemiriye' Piştî em ji jêrzemînê derketin cilê hemû zarokên kur derxistin. Xwestin cilêmin jî derxin, lê min destûr neda. Dema em derketin leşker û polîs rêz bûbûn. Dema em derketin kamera yek bi yek em kişandin û tespît kirin. Piştî kamera hatin girtin em li ser dev dirêj kirin û êşkence li me kirin. Deste me li pişt kelepçe kirin. Em ji wir birin dibistanekê. Leşker û polîsan dibistan wekî cihê êşkenceyê nêzîk dibûn. Bi parê min girtin û ez li pey xwe kaş kirim. Ez ji ser hişê xwe çûm. Li pêş kamerayan pir baş nêzikî me dibûn, lê li pişt kamerayan êşkence li me kirin. Li beşek cuda ya dibistanê ez tenê birim odeyekê. Leşkeran xwestin tecawizî min bikin. Kesekî jor hat û gotin 'Hûn dixwazin vê keçikê li serê xwe bikin bela' Piştre dest ji min berdan. 
 
‘TIŞTA LI MIN KIRIN LI HEVALÊN MIN JÎ KIRIN'
 
Ji zarokê girtî tê darizandin D.A. jî diyar kir ku heman tişt hat serê wî jî û wiha got: "leşker û polîsan li vir bi qundarên çekan li ruyê me dan." 
 
B.E. jî anî ziman ku wî di parastina xwe de jî got ji ber rastî êşkenceyê hatiye îfade nedan û wiha got: "Lê piştre polîsan wêneyên malbata min nîşanî min dan û gef li min xwarin. “Leşkeran çêr li min kirin. Kelepçe li pişt li destê min xistin. Bi kelepçeya plastîk destê min girê dan. Em birin dibistanê. Li dibistanê 50-60 leşkeran li me dan. Di wêneyan de jî tê dîtin rûyê min tev perçe kiribûn. Piştre êrîşî N.’ kirin ez jî xistim odeyek din ya cuda. Ez rastî êrîşa tecawizê hatim. Yê esil suçdar ew in. Xwestin ez hin sûcan qebûl bikim. Lê ez wan qebûl nakim ji ber ku ne rast in. Tişta anîn serê min anîn serê hevalên min min." 
 
DESTÛR NEDAN LI NEXWEŞXANEYÊ MUDAXALE BIKIN'
 
N.K. jî diyar kir ku leşkeran ew birin nexweşxaneyê, lê destûr nedan ku li nexweşxaneyê mudaxaleyî birînên wê bikin. 

N.K., wiha got: “Perçeyên şerapnalê di ruyê min de man. Leşkeran êşkence li min kir. Piştre em birin salona sporê ya girtî. Li wir jî zext li me kir." 
 
PARÊZER TANHAN: HEMÛ ÎDDÎANA LI SER ÎHTÎMALAN HATIYE AVAKIRIN
 
Parêzer Kamuran Tanhan, jî parastin kir û diyar kir ku hemû wekî sûcdar hatine nişandan û hemû îdîaname li ser îhtîmalan hatiye avakirin. Prz. Tanhan xwest hemû bersûc serbest bên darizandin. 
 
PARÊZER ERGUL: DOSYA DI BIN ÊŞKENCEYÊ DE AMADE KIRIN
 
Prz. Rengin Ergul jî ani ziman ku muwekîlên wî di bin êşkenceyê de îfade dane û dosya di bin êşkenceyê de hatiye amadekirin. Ergul, anî ziman ku êşkence û zexta li ser wan hatiye kirin li dijî biryarên DMME'yê ne û wiha got: "Bi êşkenceyê îfade girtiye. Di bin zextan de îfade stendine û ev li dijî zagonan e. 
 
DOZGER XWEST GIRTÎ BÊN DARIZANDIN
 
Piştî parastina zarokan û parêzeran dozger jî bi hinceta delîlên xurt li ser wan heye xwest zarok girtî bên darizandin. 
 
Parêzer Bunyamin Şeker  jî daxwaza mutalaya îtîraz kir û xwest ji bo her zarokekî cuda cuda mutaala bê kirin. Şeker, da zanîn ku ev darizandin li dijî DMME'yê ye. 
 
Heyeta dadgehê jî piştî parastin û îfadeyan der barê 17 zarokan de biryara berdewama girtinê da. Heyetê daxwaza parêzeran a bila dîmenan jî tev li dosyayê bike red kir. Heyetê dîsa biryar da ku zarokên li derve yên bi SEGBİS'ê tev li danişînê bûn di danişîna pêş de li salonê amade bibin. Doz taloqî 10'ê Nisanê kirin.