Fermana komkujiya Parîsê Erdogan da

Tayyip Erdogan devkî ferman daye Hakan Fîdan, wî ev erk daye Uğur Kaan Ayik, Oguz Yurek û Sabahattin Asal. Ev rewş nîşan dide ku Tayyip Erdogan ji bo gelek bûyerên derveyî hiqûqê ferman daye Misteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan. 

Di ser komkujiya Parîsê re pênc sal derbas bûn. Lê belê, gelê Kurd qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bîr nekir; jinên Kurd ev ji bîr nekir; ew ê ti carî jî vê ji bîr nekin. Tola van şoreşgeran wê bi afirandina Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk bê hilanîn. Van cinayetan ev yek nîşan daye; Dewleta Tirk di qirkirina Kurdan de bi israr e. Ji ber vê yekê, heta ku bi têkoşînê Kurdistan neyê azadkirin ev siyaset wê bi dawî nebin.

Komkujiya Parîsê, nîşan dide ku dewleta Tirk dewleteke şerê taybet û kontrgerîla ye. Dewleta Tirk li ser zêhniyeteke ewqasî derî mirovahiyê û li ser derewê hatiye avakirin ku ji bo berevajîkirina rastiyan tevahiya rêbazên şerê taybet bi kar tîne. Komkujî û mirovkujî jî ji wan rêbazan e ku ev komara şerê taybet bi kar tîne. Ev komar dixwaze Kurdan tine bike. Ji bo ku hebûna Kurdan ji ser erda xwe bibe her rêyê bi kar tîne. Destûra wê ya bingehîn Kurdan tine dihesibîne; perwerde û tevahiya dibistanan tine dihesibîne, çapemeniyê tine dihesibîne; huner, wêje û çandê  tine dihesibîne. ji ber vê yekê êrişî her kesî dike ku li ber vê tinehesibandinê têdikoşe; ê ku nîşan dide ku Kurd ji rastiyên sereke yên van erdan in, hewl dide Kurd bi nasname, ziman, çand û rêveberiya xwe bigihêjin jiyana azad û demokratîk. Li Tirkiyeyê dijminên sereke ew kes in ku dixwazin Kurdan heyî bikin. Komkujiya Parîsê di vê çarçoveyê de hatiye kirin. Ev komkujiyek e ku wê zêhniyeta dixwaze navên Kurdan jî ji van erdan bibe, daye kirin.

Sakîne Cansiz ji damezrênerên PKK´ê ye. Di her karê Tevgera Rizgariya Kurd de bi erk û berpirsiyarî rabûye. Ji damezrînerên PKK´ê Sakîne Cansiz, endametiya Komîteya Navendî, endametiya konseya Rêveber, endametiya Dîwana Serokatiyê ya Kongra Gel, berpirsiyariya Tevgera Azadiya Jinê kiriye. Fîdan Doganê li Ewrûpayê xebata dîplomasiyê meşandiye. Leyla Şaylemez jî berpirsiyariya ciwanan kiriye. Bi van cinayetan xwestin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan li Ewrûpayê bimelisînin. Hewl dane ku tolê ji PKK´ê hilînin. Gotina wan kirî ev e; li ku dera dinyayê dibin, bibin, mafê jiyanê yê wan kesên ji bo azadiya Kurdan têdikoşin, tine. Dewleta Tirk a qirrker, ji ber ku nekarîbû Kurdan bi destûra bingehîn û qanûnên faşîst jî tine bike, weke dewleteke kontrgerîla û şerê taybet her rêzbaza derveyî mirovahiyê diceribîne. Beşa mezin a şerê li dijî Kurdan bi rêbazên ku ne destûra bingehîn û ne jî bi qanûnan tên pêşdîtin, tê birêvebirin. Komkujiya Parîsê delîla herî şênber a vê yekê ye. Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd jî bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî hatiye kirin. Jixwe, li Tirkiyeyê heger mesele Kurd bin maneya ti qanûnê jî namîne.

Dewleta Tirk li dijî Kurdan dewleteke derveyî qanûnê û hiqûqê ye, û bi ser de jî zorê li dinyayê dike ku beramberê Kurdan bibe xwedî helwêsteke derveyî qanûnê. Ew dixwaze ji bo Kurdan ti qanûn, exlaq û wicdan nebin. Li Parîsê komkujiyê dike, ji Fransayê re jî dibêje, vê nebîne. Her du rêveberên MÎT´ê ku Tevgera Azadiyê ew girtin, dibêjin, Fransayê derbarê komkujiyê de miracaetî wan kiriye, lê belê, wan bersiv nedayê. Weke Fransayê, dewletên din jî dema mesele Kurd in, ji bo berjewendiyên xwe qanûnên xwe û nirxên xwe binpê dikin. Serokkomarê Fransayê,  Tayyip Erdogan ê ku fermana komkujiya Parîsê dayî, li qesrê diezimîne. Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê bi Wezîrê Karê Derve yê Tirk re rûdine û piştî bi çend rojan, hewl didin futbolvanê Amedsporê Deniz Nakî bi reşkujiyekê bikujin. Dewleta Elman nerazîbûnê nîşan nade. Bi vî awayî, Ewrûpa jî, dinya jî xwe kor dike li rastiya dewleta şerê taybet, delweta kontrgerîla a Tirkiyeyê û wê erê dike. 

Komkujiya Parîsê rastiya dewleta Tirk radixe pêşberî çavan. Siyaseta wê ya derve li ser têkiliyên qirêj ava ye, siyaseta wê ya hundir li ser têkiliyên qirêj ava ye! Li hundir jî ti partiya siyasî li ber destûra bingehîn û pêkanînên derveyî qanûnê yên li dijî Kurdan dengê xwe nake. Rewş wisa ye ku tevahiya partiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr, zanîngeh û hunermendan jî qebûl kiriye ku li dijî Kurdan her şêwazê pêkanînên derî qanûnê tên kirin. Bi kêmanî, bi bêdengmayînê, ev pergala dijminê Kurdan, qirrkerê Kurdan tê erêkirin.

Careke din zelal bûye ku li Tirkiyeyê MÎT ne tenê rêxistineke berhevkirina îstîxbaratê ye. Li ber çavan eşkere bûye ku ew rêxistineke kontra ye ku di serî de Kurd li dijî mixalif, li dijî wan ên ku sîstema heyî ya siyasî qebûl nakin cinayet û komployan dike. Komkujiya Parîsê ne îstîsnayek e. Erka kirina çalakiyên li derveyî destûra bingehîn, li derveyî qanûnan û hiqûqa navneteweyî dane MÎT´ê. Omer Guney ê tetikêşê komkujiya Parîsê bû, li Enqereyê civînek tê kirin; derket holê ku kesên beşdarî vê civînê bûne, ji berpirsiyarên girîng ên MÎT´ê ne. Berpirsê MÎT´ê Uğur Kaan Ayik û Oguz Yurek tevî memûrekî MÎT´ê Ayhan Oran bi Omer Guney re komkujiya Parîsê plan dikin. Herdu rêveberên MÎT´ê yên hatine girtin, piştrast dikin ku qeydên deng ên di înternetê de belav bûn, ên van kesan in. Herdu rêveberên MÎT´ê yên hatin girtin di heman demê de lê mikur hatine ku Tayyip Erdogan cinayet erê kirine. Tayyip Erdogan devkî ferman daye Hakan Fîdan, wî ev erk daye Uğur Kaan Ayik, Oguz Yurek û Sabahattin Asal. Ev rewş nîşan dide ku Tayyip Erdogan ji bo gelek bûyerên derveyî hiqûqê ferman daye Misteşarê MÎT´ê Hakan Fîdan. 

Jixwe, tê zanîn ku Tayyip Erdogan li ser mijara DAÎŞ´ê erk daye Misteşarê MÎT´ê û Hakan Fîdan bi şexsê xwe elaqedarî van mijaran bûye. Ji ber vê yekê, ji komkujiya 5´ê Hezîrana 2015´an a Amedê, ji komkujiya Pirsûsê ya 20´ê Tîrmehê û ji komkujiya 10´ê Cotmeha heman salê ya li Enqereyê jî Tayyip Erdogan û Hakan Fîdan berpirsiyar in. Ji ber ku Tayyip Erdogan û Hakan Fîdan DAÎŞ ne tenê li Sûriyê, li nava Tirkiyeyê jî li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê weke hêzeke êrişê bi kar anî. DAÎŞ´iyên li Sûriyê hatin girtin bi awayekî şênber van têkiliyan, radixin ber çavan. 

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA