Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê binpêkirinên mafan

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê binpêkirinên mafên pir zêde bûye û girtiyên nexweş yên bi nexweşiya weremê ketine nayên dermankirin.

Li gelek girtîgehên bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan tên qedexekirin û hemû aktîvîteyên wan tên astengkirin. Li gel binpêkirina mafên girtiyan êşkence û êrîşên li dijî girtiyan jî pir zêde bûye. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ye. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê serdana girtîgehê kir û bi girtiyên bi navê Îbrahîm Cengîz, Kadîr Kiyag, Rojda Tokçu re hevdîtin pêk anîn û binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ji ANF’ê vegotin.

‘LÊGERÎNA TAZÎ TÊ FERZKIRIN’

Îbrahîm Cengîz: “Lêgerîna tazî li ser girtiyan tê ferzkirin û dema ku em li hember jî derdikevin rastî êrîşa gardiyanan tên. Heftiyê çend caran bi ser qawîşan de digirin û lêgerînê pêk tînin. Dema ku girtî li hember derdikevin û bertek nişan didin girtî tên sirgûn kirin. Li hemû cihên girtîgehê kamera girêdane û hemû tevgera girtiyan qeyd dikin. Mafên me yên televiyon, radyo û rojnameyê hatiye birin. Bi taybetî jî Rojnameya Welat û Ozgurlukçu Demorasiyê nadin girtiyan. Rojnameyên hewûzê û kêm rojnameyên weke Cumuryetê didin girtiya.  Carna jî rojnameyê didin, rojnameyê qet dikin û didin.”

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMAN KIRIN’

Kadîr Kiyag: “Mafê herî rewa yê telefonê tê astengkirin. Bi hinceta ku weşan hatiye birîn radyo û televziyonê digrin. Rojameyan nadin û carna jî rojnemeyên berî heftiyek didin û ew jî gelek caran nivê nûçeyan dibirin. Ji ber ku der barê girtîgehê de min gilî kiriye şandina nameyê li ser min birîne û mafê min yê nameye hatiye birîn. Li girtîgehê helek nexweş hene û nexweş nayên derman kirin. Di vê girtîgehê de nêzî 1000 girtiyên siyasî û edlî hene. Girtiyek edlî ji Girtîgeha Êlihê  şandine vir. Ew girtî nexweşê weremê bûye û bi wî re zêdetirî 50 girtî bi nexweşiya weremê ketine. Li gel vê jî nexweşên weremê nayên dermankirin. Bi dehan caran me serî li rêveberiya girtîgehê da lê belê rêveberiya girtîgehê dibêje, ‘bijîşk tineye’.”

Rojda Tokçu: “Di qawîşa me de 5 girtî hene, dema malbatên me tên girtîgehê em pirsgirêkên mezin dijîn. Gardiyan bi nêzîkatiyên xerab nêzî malbatê me dibin û wan tazî dikin û li ser wan digerin. Jinek bi zaroka xwe re di qawîşa me de ye û zarok ji ber şert û mercên girtîgehê giran e, rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e. Li her derê qawîşan û cihê bêhn girtinê kamera bicîh kirine.”

‘GIRTIGEHÊN KURDISTANÊ VEGUHERÎNE QADÊN ÎŞKCENCEYÊ’

Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Wanê Murat Melet li ser mijarê axivî û diyar kir ku ji Rewşa Awarte û vir ve bi dehan girtîgehên Kurdistanê veguherîne qadên îşkenceyê û wiha axivî: “Li girtîgehê girtiyan dernaxin rewîrê, pencereyên girtîgehê girtî ne, gardiyan her dem li deriyan dixin û girtiyan tacîz dikin. Dîsan lêgerîna tazî li ser girtiyan tê ferzkirin. Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê nexweşiya weremê derketiye û girtiyên bi nexweşiyê ketine nayên derman kirin. Divê demildest bijîşk biçin girtîgehê û girtiyên nexweş werin derman kirin.”