ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Îtalyayê geşedanên dawîn ên Kurdan hate gotûbêjkirin
Fûat Kav tevlî semînera li Îtalyayê bû û got ku hêzên dagirker li hemberî Efrînê bûne yek. Kav bang li enternasyonalîstan jî kir ku divê têkevin nav hewldanan. -
Çalakgerên greva birçîbûnê: NY hevkarê qirkirina Kurdan e
Greva birçîbûnê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî di 19’ê Adarê de dest pê kiribû, di roja 10’an de didome. -
Ozgurlukçu Demokrasî: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
Edîtorên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku polîsan di serdegirtinê de dest danîbûn ser wê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşan da. Edîtoran got ‘Bi kilîtkirina deriyan hûn nikarin me bêdeng bikin.’ -
Rêxistina Ciwanên Partiya Karkeran a Swêdê ji bo Efrînê bang kir
Rêxistina Ciwanên Partiya Karkerên Sosyal û demokrat SSÛ ya ku şirîkê hikumetê ye dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê şermezar kir. SSÛ’yê bangî civaka navneteweyî kir ku bila ji bo Efrînê hewldanan bidin ber xwe. -
'Ji têkiliyên gemarî yên Berlîn-Enqereyê re êdî bes e'
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, di konferansa mafên bingehîn û azadiyê de bang hate kirin ku dawî li têkiliyên gemarî yên navbera Elmanya û Tirkiyeyê bê anîn. -
Wekîlên Swêdî li ser Efrînê rexne li Yekîtiya Ewropayê kirin
Wekîlên Swêdî ku li ser civîna bilind a li Varnayê ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hatin agahdarkirin, rexneyên tund li Yekîtiya Ewropayê kirin ku di mijara Efrînê de Tirkiye şermezar nekiriye. -
Rejîma AKP'ê dest danî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî
Polîsên Tirk bi ser avahiya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û metbaaya wê de girtin, ku rojname lê dihate çapkirin. Yek jê xwediyê îmtiyazê 8 xebatkar hatin binçavkirin. -
Polîsên Tirk avêtin ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî
Polîsên Tirk avêtin ser çapxane û avahiya navendî ya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ye. -
Li Girtîgeha Şakranê bi rê û rêbazên nû êşkence tê kirin
Girtiyên siyasî nerazîbûn nîşan dan ku girtiyên edlî li qewîşên wan hatine bicihkirin. Tevî vê yekê gefa kuştinê li girtiyên siyasî tê xwarin û di wesayita rîngê de êşkence li wan tê kirin. -
Pêşangeha li ser sûcê şer ê dewleta Tirk û berxwedana Kurdan
Şaredariya Cenevreyê pêşangeheke wêneyan vekir û sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Sûrê kiriye, her wiha berxwedana Kurdan a li Sûrê nîşan dide. -
JUSOS'ê ji bo Efrînê nameyek ji Maas re şand
Gelek sazî û kesayetên Elman, ku rêxistina ciwanên SPD'ê JUSOS jî di nav de ye, nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas re nameyek şandin û jê xwestin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan şermezar bike. -
'Erdogan li Efrînê paqijiya etnîkî dike; ev bêdengî ji bo çi ye?
Siyasetmedara ji Partiya Kesk Claûdîa Roth ev pirs kir: "Elmanya û NATO li pêşberî Efrînê çima ewqasî bêdeng e?" -
Ji bo Efrînê wê çalakiyeke hevpar bê lidarxistin
Kurdistanî wê tevî dostên xwe roja 31'ê Adarê li bajarê Lorîentê ji bo Efrînê bimeşin û mîtîngê li dar bixin. -
ROJEVA 28'Ê ADARA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Adara 2018'an. -
Ji bo Efrînê li Mîlano çalakî hate kirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hatin şermezarkirin. -
Ji ber pîrozkirina Newrozê 28 kes li Stenbolê hatin girtin
Ji 43’ê kesên li Stenbolê ji ber pîrozkirina Newrozê hatibûn binçavkirin, 28 kes hatin girtin. -
Partiya Çepgir a Skovde biryara piştgiriya ji bo Efrînê da
Rêxistina Partiya Çepgir a Skovde ya Swêdê di kongreya xwe de bûyerên li Sûriye û Efrînê gotûbêj kirin û biryara piştevaniya bihêz ji bo gelê Efrînê da. -
NCDK Upssala 4. kongreya xwe lidar xist
Navenda Civata Demokratîk a Kurd a ku li bajarê Uppsala a Swêdê xebatan dike, kongreya xwe ya 4’an li lokala komeleyê lidar xist. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Brûkselê deh hezar kes ji bo Efrînê meşiyan
Bi meşeke girseyî ya li paytexta Belçîka Brûkselê hate lidarxistin ve, NATO ya ku Tirkiye jî endamê wê ye hate protestokirin. Di meşê de bal hate kişandina ser rolê NATO’yê ya di êrîşên li ser Efrînê de û daxwaza bi dawîkirina dagirkeriyê hate kirin. -
Temelî: Komên xwe yên çete bigre û ji Efrînê derbikeve!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî bang li dewleta Tirk kir û wiha got; “Çeteyên xwe OSO û DAIŞ’iyên ku te li gel xwe birî Efrînê bigre û ji Efrînê derbikeve. Dem hatiye ku dawî li zilma AKP’ê were.” -
Li Luksembûrgê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin
Li Luksembûrgê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate protesto kirin û bang li Ewropa hate kirin ku li dijî komkujiyan bêdeng nemîne. -
Beştaş: CPT jî bi qasî êşkencekarên li Îmraliyê berpirs e!
Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş got piştî 2 salan CPT’yê derbarê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê daxuyanî daye û ev jî tê maneya ku qebûl dikin êşkence berdewam dike. Beştaş xwest ku di cih de rêya Îmraliyê were vekirin. -
Parlementerê Iraqî: Erdoğan bersiveke tund heq dike!
Parlementerê Koalîsyona Dewletê ya Iraqê Mensûr Bûeycî got, “Erdoğan û DAÎŞ dizên neqebekê ne.” -
Parlamentoya Iraqê wê gefên Tirkiyeyê gotûbêj bike!
Berdevkê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlamantoya Iraqê yê YNK’yî Evdilezîz Hesen got, parlamento wê gef, êrîşên hewayî û operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Iraqê gotûbêj bike.