Pêşangeha li ser sûcê şer ê dewleta Tirk û berxwedana Kurdan

Şaredariya Cenevreyê pêşangeheke wêneyan vekir û sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Sûrê kiriye, her wiha berxwedana Kurdan a li Sûrê nîşan dide.

Şaredariya Bajarê Cenevreyê, li ser hovîtiya dewleta Tirk a ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de li navçeya Sûr a Amedê kir, her wiha berxwedana li Sûrê pêşangeheke wêneyan vekir.

Pêşangeh bi organîzasyona Şaredariya Cenevreyê li Forum Fauborgê hate vekirin. Di pêşangehê de qala girîngiya Amed û Sûrê ji bo mîrateya çandê ya cîhanê tê kirin.

Li binê her wêneyî agahî hatine nivîsandin. Gelek wêne bi rengekî vekirî radixin pêş çavan bê dewleta Tirk li Sûrê sûcekî çawa yê şer kiriye.

Tevî wêneyên li ser encamên êrîşên dewleta Tirk ên li Sûrê, wêneyên ji berxwedana Sûrê jî tên nîşandan.

Wekî din ji bo balê bikişîne ser asta hilweşandinê ya li Sûrê hate kirin, wêneyên ji ezmanan hatine kişandin û di raporên Neteweyên Yekbûyî de jî cih digirin, li pêşangehê hatin nîşandan.

Wêne wê heta 7'ê Nîsanê li Forum Fauborugê ya li navnîşana "Terreaux du Templ 6" bên nîşandan.