'Ji têkiliyên gemarî yên Berlîn-Enqereyê re êdî bes e'

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, di konferansa mafên bingehîn û azadiyê de bang hate kirin ku dawî li têkiliyên gemarî yên navbera Elmanya û Tirkiyeyê bê anîn.

Konferansa bi ser navê "Konferansa Navneteweyî ya ji bo Azadî û Mafên Bingehîn" li bajarê Frankfurtê 24-25'ê Adarê pêk hat. 

Di konferansê de ku ji aliyê Platforma Êdî Bes e ve hate organîzekirin, zext û zordariya dewletên Ewropayê yên li ser rêxistinên Kurdan û çep hatin nirxandin.

Di dawiya konferansê de encamnameyek hate weşandin û biryarên lê hatin girtin, hatin eşkerekirin.

Li gorî biryarnameyê, mirovên ji nêrînên cuda yên polîtîk, netewe û baweriyên cuda yên li herêmên cihêreng ên Elmanyayê tevî konferansê bûne.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku pêşkêşî û nîqaşên du rojan ên konferansê bi bandor bûn.

BIRYAR Û PÎVANÊN BINGEHÎN

Li gorî encamnameyê biryarên li konferansê hatine girtin û pîvanên hatine destnîşankirin wiha ne:

- Têkoşîna ji bo mafên bingehîn û azadiyê, têkoşîneke mafdar û rewa ye. Derfetên têkoşîna enternasyonal, demokratîk û yekbûyî di vê mijarê de ji her demê bêhtir in. Kûrbûna krîza serweriya global a polîtîkayên rojane yên hêzên serdest, hê bêhtir derfetê dide vê hevkariyê.

- Rêya herî rast a parastina mafên bingehîn ew e ku azadiya ramanê û mafê rêxistinbûnê bi kampanyayên nû û rêbazên nû yên têkoşînê hê bêhtir bên bikaranîn.

- Yek ji wezîfeyên girîng ên hemû saziyên demokratîk, rêxistin û kesayetên beşdarê vê konferansê ye ku li dijî zextên polîtîk û hiqûqî, civakê hîn bêhtir agahdar bikin û li ser bingeha rêxistinbûn û rewatiyê bixin nava liv û tevgerê.

- Wezîfeya exlaqî û polîtîk e ku ji her demê bêhtir xwedî li girtiyên siyasî bê derketin.

- Belgeyên li ser êrîşên li dijî mafên bingehîn bên amadekirin û pêşkêşî raya giştî werin kirin.

- Yek ji hedefên sereke yên polîtîkayên zordar NAV-DEM, ATÎK e. Li her qadê divê piştgiriya bi van rêxistinan re bê xurtkirin. Êrîşa li dijî saziyekê divê li hemberî hemû saziyên demokratîk were dîtin.

- Piştgiriya ji bo saziyên weke Rote Hilfe û Azadî bê zêdekirin ku ev sazî li dijî êrîşkariya hiqûqî, cezayî û krîmînalîzasyonê dixebitin.

- Li dijî êrîşên li ser mafên bingehîn û azadiyan, rêxistineke mayinde ya mîna Komîteya Timî ya ji bo Azadî û mafên Bingehîn bên avakirin. Şêweyê vê wê ji aliyê pêkhateyên Êdî Bes e ve bê zelalkirin.

- Kampanya îmzeyan divê bê destpêkirin û encama wê ji Parlamenta Elmanyayê re bê ragihandin.

- Têkiliyên gemarî yên navbera hikumeta AKP'ê ya faşîst û hikumeta koalîsyona mezin a Elmanyayê hê bêhtir bên teşhîrkirin. Li dijî polîtîkayên qedexekirinê, zexta desthilatdariyê, terorîzma dewletê, şopandina bi rengê antî demokratîk, cezakirin û polîtîkayên tepisandinê re divê bi yekdengî û xurtî bêjin ÊDÎ BES E.