'Erdogan li Efrînê paqijiya etnîkî dike; ev bêdengî ji bo çi ye?
Siyasetmedara ji Partiya Kesk Claûdîa Roth ev pirs kir: "Elmanya û NATO li pêşberî Efrînê çima ewqasî bêdeng e?"
Siyasetmedara ji Partiya Kesk Claûdîa Roth ev pirs kir: "Elmanya û NATO li pêşberî Efrînê çima ewqasî bêdeng e?"
Siyasetmedara Partiya Kesk a Elman Claûdîa Roth, civîna bilind a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye ya li Varnayê hate kirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî tevlî bû, ji radyoya "Deutschland funk" re nirxand. Roth diyar kir ku ew fêhm nake bê çima ji nişka ve têkiliyeke germ di navbera Yekîtiya Ewropa û Erdogan de dest pê kir û nerazîbûn nîşanî peymana penaberan da ku Brukselê bi Enqereyê re kir.
Roth ku alîkara serokê Meclîsa Federal a Elmanyayê ye bi bîr xist ku li Tirkiyeyê pêkanînên antî demokratîk heye, wî welatî Efrîn dagir kiriye û got, îmzekirina peymana penaberan bi welatekî mîna Tirkiyeyê re zerarê dide Yekîtiya Ewropayê.
Roth xwest, alîkariya pereyan a ku Bruksel bi Enqereyê re dike bê rawestandin û got, "Gelo siyaseta dagirker a Tirkiyeyê ya li herêmê nayê dîtin? Tirkiye dagirkeriya xwe ber bi Helebê ve didomîne. Wekî din çavê xwe berdaye wê yekê ku li Iraqê jî dest bi dagirkeriyê bike."
Roth bal kişand ser bêdengiya hikumeta Elman, Yekîtiya Ewropa û NATO'yê û ev pirs pirsî:
"Yekîtiya Ewropa çima ewqasî bêdeng e? Li pêşberî êrîşên leşkerî yên li ser Efrînê NATO çima ewqasî bêdeng e? Her wiha min fêhm nekiriye bê Elmanya çima ewqasî bêdeng e. Tevî ku daxuyanî dane ku wê herêmê heta bi hetayê dagir bikin.
200 hezar mirov hatin koçberkirin. Erdogan dibêje wê 200 hezar Sûriyeyên cuda li vir bi cih bike. Mirov dikarin vê yekê weke paqijiya etnîkî bibînin. Gelo çima nerazîbûn nayê nîşandan. Çima hikumeta federal vê êrîşê weke 'êrîşek li dijî qanûnên navneteweyî' nabîne?
Tirkiye endamekî NATO ye, Çima NATO konseya xwe nacivîne û biryarekê nagire? NATO li pêşberî êrîşa li ser komeke ku em ji DAÎŞ'ê parast tê kirin çima bêdeng e? Ev hemû dibin sedem ku baweriya bi siyaseta Yekîtiya Ewropa, NATO û Elmanyayê bibe cihê nîqaşê. Çima siyaseta Elman? Ji ber ku di nava 5 hefteyên dawî de bi 4.4 milyon Euroyî bazirganiya çekan hate kirin."