Ozgurlukçu Demokrasî: Hûn nikarin me bêdeng bikin!

Edîtorên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku polîsan di serdegirtinê de dest danîbûn ser wê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşan da. Edîtoran got ‘Bi kilîtkirina deriyan hûn nikarin me bêdeng bikin.’

Polîsên Tirk şevê din bi ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Çapxaneya Gun û malên xebatkaran de girt. Di encama lêgerîna 3 saetan de 8 xebatkar hatin binçavkirin û dest danîn ser rojname û çapxaneyê.

Edîtorên rojnameyê li avahiya Saziya Mafê Mirovan a Şaxê Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê û nerazîbûn nîşan dan.

Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, Alptekîn Babaç ê ji Basin-Îş’a  DÎSK’ê, rêveberên DBP û HDP’ê yên Stenbolê, YAKAY-DER, ESP, ÎHD, OHP, xebatkarên rojnameyê, endamên Komeleya Hiqûq û Medya û Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re beşdarî civînê bûn.

Di civînê de ewil Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got: “Em carek din bi hiqûqek nayê qebûlkirin re rû bi rû ne. Em wek ÎHD’ê li dijî van bêhiqûqiyan in. Ev bêhiqûqî nayê qebûlkirin. Bi her awayî êrîş li ser azadiya çapemeniyê û ramanê heye.”

‘NIKARIN ME BÊDENG BIKIN’

Ji edîtorên rojnameyê Hîcran Urun jî wiha got: “Çapxanaye ku rojnameya me çap dike bêyî eleqeya wê bi rojnameyê re hebe, hate desteserkirin. Ev zext ne nû ne. Bi dehan car xebatkarên me hatin binçavkirin û girtin. 79 caran malpera me hat girtin. Zextên li ser rojnamegerên Kurd û muxalîfê zêde dibin. Bi destê TMSF’ê rojnameya me hat girtin. Lê heta niha bi awayekî fermî tu agahî nedane dest me. Berê jî van zextan li ser me pêk anîn. Çawa ku berê em bêdeng nebûn, em ê niha jî bêdeng nebin. Ew ê nikaribin ser rastiyan bigirin û heqîqetê tarî bikin.”

‘BI KILÎTKIRINA DERIYAN NIKARIN ME BÊDENG BIKIN’

Edîtora rojnameyê Reyhan Çapan jî ev tişt got: “Di vê serdemê de êrîşan giran li ser civakê hene. Li tu qadê maf û azadî nayên nasîn. Bi qanûna RTUK’ê dixwazin çapemeniya azad û muxalîf bêdeng bikin. Medyaya nikaribin bi pereyan bistînin, bi riya TMSF’ê dest danîn ser. Desthilatdarî her bigire, em ê jî riya xwe dewam bikin. Hûn bi kilîtkirina deriyan nikarin me bêdeng bikin.”

‘EM Ê BI PIŞTEVANIYÊ XURT BIBIN’

Alptekîn Babaç ê ji Basin-Îş’ê ya DÎSK’ê jî wiha axivî: “Dibêjin dev ji nivîsandinê berdin û hûn nikarin rojnameyê çap bikin. Yên têdikoşin wê van astengiyan jî ji holê rake. Em dikarin bi hevgirtinê, piştevaniyê û berxwedanê li hemberî van zextan bi ser bikevin.”

’90 JI SEDÎ YÊ MEDYAYÊ DI DESTÊ DESTHILATDARIYÊ DE YE’

Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş jî ev nirxandin kir: “Beriya hilbijartinên 2019’an AKP li Tirkiyeyê medyayek yekdengî dixwaze. Bi firotina Koma Medyayê ya Doganê re ji sedî 90 medya ket destê desthilatdariyê. Ewilî bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnen de girtin. Niha jî dixwazin bi TMSF’ê çapemeniyê li Tirkiyeyê yekdengî bikin. Em ê wek rêxistinên pîşeya rojnamegeriyê ji bo nûçeyan têkoşîna xwe dewam bikin. Wê rastî bigîhîjin gel û wê demê wê ev zext rawestin.”