Wekîlên Swêdî li ser Efrînê rexne li Yekîtiya Ewropayê kirin

Wekîlên Swêdî ku li ser civîna bilind a li Varnayê ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hatin agahdarkirin, rexneyên tund li Yekîtiya Ewropayê kirin ku di mijara Efrînê de Tirkiye şermezar nekiriye.

Li bajarê Varna yê Bulgarîstanê di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) de civîneke bilind hate kirin. Piştî vê civînê li Parlamenta Swêdê rûniştinek hate kirin û agahî li ser vê civînê ji parlamenteran re hate dayin.

Di civînê de Serokwezîr Stefan Lofven got ew dagirkeriya Tirkiyê ya li Sûriyê qebûl nakin, divê cihana derve destekê bide kesên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine.

Lîderê Partiya Çepgir Jonas Sjostedt ji ber ku Lofven got, di civîna YE’yê de ji ber sedema ku Tirkiye xebatên lêgerîna gaza sirûştî ya li Behraspî ya li Başûrê Qibrisê asteng dikin, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li hev kirine ku Tirkiyê şermezar bikin lê li ser Efrînê biryara şermezarkirinê nestandine rexne kir.

TIŞTÊN KU LI EFRÎNÊ BÛNE YEKÎTIYA EWROPA JÊ BERPIRS E

Lîderê Partiya Çepgir Sjostedt got di civînê de li ser destwerdana Tirkiyê ya li ser Sûriyê û koçberkirina bi 100 hezaran mirov ti biryar nehatine standin û got, ‘’Îro komên cîhadîstên Îslamî  bi destûra Tirkiyê Efrînê talan dikin. Dest li ser malê gel datînin. Sivîlan dikujin. Di van kirinan de para Yekîtiya Ewropa jî heye. Tirkiye endamê NATO’yê ye. Têkiliyên Tirkiyê yên bi YE’yê re germ in. Yekîtiya Ewropa ji bo ku penaberan bistîne û sînoran qeyîm bike gelek alîkariya aborî distîne.’’

Sjosdedt bi berdewamî got, ‘’Hevdîtina bi dîktatorê Tirkiyê re û bi rengekî vekirî şermezarnekirina wî, rîskeke wiha çêdike ku were fêhmkirin ev destekeke ji bo wî: ew peyam tê dayin ku hûn biçine deverên dî jî yên Sûriyê em vê vê şermezar nekin.’’

DIVÊ BIRYARA PÊKIRINA ABORÎ LI SER TIRKIYÊ WERE STANDIN

Sjostedtt bi berdewamî got divê Yekîtiya Ewropa bi rengekî zelal Tirkiyê ji ber sedema êrîşên wê şermezar bike û pirs kir, ma dema wê nehatiye ku li ser Tirkiyê biryara pêkirina aborî were dayin.

Sjostedt got, daxuyaniyên ku ew li ser mijarê axivî ne û bi fikar in têrê nakin û got, ‘’Divê em bibin xwedî helwest. Divê em bibêjine Tirkiyê tu şaş dikî, em divê Tirkiyê şermezar bikin û bibêjin, wê berdêla vê hebe. Lê ne Swêd û ne jî Yekîtiya Ewropa vê dike.’’

EWROPA PEYAMA COT-STANDART DIDE

Sjosted bi bîr xist ku dema Tirkiye li Efrînê komkujiyan dike û paqijiya etnîk dike Elmanya çekan difiroşe Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê alîkariya aborî dide dîktatorê Tirk û got, ‘’Ev cot standartî ye, divê êdî dawî li vê were û divê ev peyam vekirî were dayin; ‘’Em qebûl nakin ku hûn mirovan bikujin, bi sed hezaran mirovên ku hemû cîhan ji belaya Dewleta Îslamê rizgar kirin, bêcihûwar bikin.’’

DIVÊ CÎHANA DERVE BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE

Sjosdedt di gotara xwe de jî, ku di rojnameya UNT’ê de weşiya û bi endama Partiya Çepgir Yekbûn Al re nivîsî, got armanca Tirkiyê ew e ku pergala Bakurê Sûriyê, ku Xiristiyan, Misilman, Ereb, Sûryan-Asûr, Ermen û Kurd bi hev re dijîn ji holê rake, Erdogan paqijiya etnîk dike, dixwaze êrîşên xwe berfireh bike û ji bo astengkirina Erdogan divê cihana derve bi berpirsyarî tevbigere.