Parlamentoya Iraqê wê gefên Tirkiyeyê gotûbêj bike!
Berdevkê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlamantoya Iraqê yê YNK’yî Evdilezîz Hesen got, parlamento wê gef, êrîşên hewayî û operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Iraqê gotûbêj bike.
Berdevkê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlamantoya Iraqê yê YNK’yî Evdilezîz Hesen got, parlamento wê gef, êrîşên hewayî û operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Iraqê gotûbêj bike.
Evdilezîz Hesen diyar kir li Parlamentoya Iraqê, ku vê Sêşemê wê bicive, wê daxuyaniyên Tirkiyeyê yê operasyonê yên li ser Iraqê bibin rojev.
Hesen got, ew ê ji hikumeta Iraqê bixwazin ku li ser êrîşên Tirkiyeyê bibe xwedî helwesteke fermî. Her wiha got, ew ê hîn bibin bê ka di navbeyna Bexda û Enqereyê de peymanek heye yan na.
CUBURÎ Û WALIYÊ KERKÛKÊ ÇIMA SERDANA ENQEREYÊ KIRIN?
Hesen diyar kir ku ew ê hîn bibin bê ka Serokê Parlamentoyê Selîm Cuburî û Wekîlê Waliyê Kerkûkê Rakan Saîd ku beriya bi çendekê serdana Tirkiyê kiribûn, çima çûne Tirkiyê.
Hesen got, "Serokê Parlamentoyê Seîm Cuburî serdana Enqerê kir û bi Erdoğan re rûnişt û her wiha Wekîlê Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd bi çi mebestê çû Enqerê, em dixwazin van hîn bibin."
Hesen got, "Ji gotinên Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan xwîn diherike" û diyar kir, armanca Erdoğan ne tenê Şengal e, hemû Mûsil e.
EBADÎ FERMAN DA ARTÊŞA IRAQÊ
Di vê navbeynê de li gorî Reutersê Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî li ser babeta Tirkiyeyê ferman daye artêşa Iraqê. Ebadî ji hevtayê xwe Binali Yıldırım re gotiye, ji bo ku ew nehêlin 'şervanên biyanî' sînorê ku du welatan ji hev vediqetîne, sînor derbas bikin û ji bo vê jî ferman daye artêşa Iraqê.
Serokkomarê Tirk Erdoğan jî Duşemê gotibû, şefê îstîxbaratê yê Tirk ji bo operasyonên leşkerî yên li ser Şengalê bi rayedarên berpirs ên Iraqî re wê rûnê.
Erdoğan beriya dagirkeriya ser Efrînê û piştî wê gelek caran gef li Şengalê xwaribû, ku wê êrîşê bînin ser Şengalê.