JUSOS'ê ji bo Efrînê nameyek ji Maas re şand

Gelek sazî û kesayetên Elman, ku rêxistina ciwanên SPD'ê JUSOS jî di nav de ye, nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas re nameyek şandin û jê xwestin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan şermezar bike.

Rêxistina ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat (SPD) JUSOS bi kar û hewldanên xwe li Elmanyayê gelekî balê dikişîne ser xwe. Bi pêşengiya JUSOS'ê nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas ê ji partiya SPD'ê re hate şandin. Gelek saziyên mîna Adopt a Revolution, Navenda Agahdarkirinê ya Kurdistanê-Civaka Azad, Medico International û Ciwanên Sosyalîst ên Elmanyayê-Die Falken jî mohra xwe danîn binê nameyê.

Di nameyê de ku Andrea Ypsilanti, Thomas Seibert, Hilde Mattheis, Ulrike Breth, Stefan Stache, Axel Troost Esther Lehnert, Sonja Buckel, Peter Brandt, Kevin Kühnert, Lara Kannappel û Jan Dieren jî îmze kirin, hate ragihandin ku dewleta Tirk bi êrîşa dijî Efrînê re hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

'BILA ÎNSIYATÎFEK BI PÊŞENGIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÊ AVAKIRIN'

Di nameyê de hate destnîşankirin ku Serokwezîr Angela Merkel piştî bêdengiyeke demdirêj êrîşên Tirkiyeyê şermezar kiriye, lê belê di pratîkê de tiştek nekiriye. Hate ragihandin ku hikumeta federal a Elman hê jî li ber desthilatdariya Erdogan ranebûye. Di nameyê de hate gotin ku bi Erdogan re bazarî tê kirin û ev bang li Wezîrê Karên Derve Maas hate kirin:

"Firotina çekan ji bo dewleta Tirk û krîmînalîzekirina xwepêşandanên Kurdan li Elmanyayê tê wateya desteka ji bo êrîşên rejîma Erdogan. Gotina 'paqijkirina Bakurê Sûriyeyê' ku Erdogan anî ziman, bi dîtina me tê wateya kuştina KUrdan. Ji ber vê yekê, ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin em ji we dixwazin ku Neteweyên Yekbûyî ji bo avakirina însiyatîfekê bixin nava liv û tevgerê."

Di nameyê de hate ragihandin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li dijî sîstemeke demokratîk a ku jin û mêr lê wekhev in tê kirin û hate xwestin, qedexeya li Elmanyayê ya li ser Kurdan bê rakirin. Di dawiya nameyê de ji Heîko Maas hate xwestin ku firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bisekinîne.