Li Brûkselê deh hezar kes ji bo Efrînê meşiyan

Bi meşeke girseyî ya li paytexta Belçîka Brûkselê hate lidarxistin ve, NATO ya ku Tirkiye jî endamê wê ye hate protestokirin. Di meşê de bal hate kişandina ser rolê NATO’yê ya di êrîşên li ser Efrînê de û daxwaza bi dawîkirina dagirkeriyê hate kirin.

Li paytexta Belçîka Brûkselê NATO hate protestokirin. Meş û mîtînga ku ji aliyê Palatfroma Efrînê ve hate organîzekirin, bi dirûşma “NATO, hevkariya qetlîamên ku Tirkiye dike ye” hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên di saetên sibê de li Brûksel Nordê kombûn, li gel hildana alên PYD, YPG/YPJ’ê û Rêveberiya Xweser a Rojava, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û şoreşgerên mîna Îbrahîm Kaypakkaya hatin bilindkirin. Dîsa dowîzên li dijî Erdogan û Tirkiyeyê hatin hilgirtin. Meş nêzî 4 saetan dom kir. Girse piştî meşa ku li navenda bajêr lidar xist û şûnde, berê xwe dan Qada Schûmann a li Konseya Ewropayê. Li vir mîtîngek lidar xistin.

 ‘DI KESAYETA EFRÎNÊ DE ÊRÎŞÎ PROJEYA DEMOKRATSIYÊ KIRIN’

Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên li Efrînê hatin qetilkirin hate girtin û şûnde destpê kir, li ser navê Platforma Efrînê axaftin hate kirin. Piştî axaftina Şafak Arabaci û Yuksel Koç û şûnde Berand Sassyo axivî û rexne li PE, NATO û hêzên cîhanî kir. Sassyo got: “Em bêdeniya kesên li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Efrînê tê kirin qebûl nakin. Êrîşa li wir hate kirin li ser projeya jiyana wir bû. Êrîşeke li dijî projeya demokrasî û azadiyê ye. Em vê bêdengiyê şermezar dikin, bang li wan dikin ku dengê xwe li dijî vê bilind bikin.”

‘NATO HEVKARIYA TIRKIYEYÊ DIKE’

Eric Buyll jî li ser navê Eniya Çepgir axivî û wiha got; “Konseya Ewropa û NATO bi bêdengiya xwe hevkariya Tirkiyeyê dike. Dewleta Tirk li Efrînê welatiyên sivîl qetil dike, bi sed hezaran mirov ji warên xwe koçber bûn û di rewşa mexdur dene. Lê hemû hêzên navnetewî yên cîhanê bêdenge. Bi bêdengiya xwe piştgiriyê didin dewleta Tirk. Li dijî vê derketin divê hemû kes helwest nîşan bide. NATO hevkariya van êrîşan dike. Ev sucekî dij mirovahiyê ye.”

‘PEYAMA PIŞTEVANIYA BI KURDAN RE’

Li ser navê Kampanyayê Rosa Emille Burns jî axivî û got ku piştgiriya Kurdan dike, wiha domand; “Em weke Kampanyaya Rosa radigihînin ku piştevaniya gelê Kurd û Efrînê dikin. Em li gel hêzên demokratîk ên li dijî emperasylîst û mêtînger şer dikin in. Divê em li dijî mêtîngerî û zextê têbikoşîn. Li dijî emperyalîzm û kapîtalîzmê piştevaniyê geştir bikin, têkoşîna jinê xurtir bikin.”

Piştî axaftinan mîtÎng bi dirûşmeyên li dijî NATO û welatên YE bi dawî bû.

Li aliyê din di dema mîtîngê de heyetek li ser navê Platforma Efrînê li Konseya Ewropa hevdîtin kirin. Li ser navê heyetê dosyaya ku hin daxwaz dihate nivîsin, radestî heyeta Konseya Ewropa hate kirin.