Partiya Çepgir a Skovde biryara piştgiriya ji bo Efrînê da
Rêxistina Partiya Çepgir a Skovde ya Swêdê di kongreya xwe de bûyerên li Sûriye û Efrînê gotûbêj kirin û biryara piştevaniya bihêz ji bo gelê Efrînê da.
Rêxistina Partiya Çepgir a Skovde ya Swêdê di kongreya xwe de bûyerên li Sûriye û Efrînê gotûbêj kirin û biryara piştevaniya bihêz ji bo gelê Efrînê da.
Rêveberên partiyê bi pankarta nîvîsa li ser ‘Support Afrin V Skovde’ wêne kişandin û li ser malpera fermî ya rêxistinê û medyaya civakî parvekirin.
Têkildarî mijarê Berdevkê Çapemeniyê yê Skovde Dag Fredriksson pirsên ANF’ê bersivand û fikarên xwe ji bûyerên li Efrînê da nîşandan û wiha got; “Bi awayên cuda piştevaniya bi Efrînê re didomînin. Dawiya hefteya derbasbûyî ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li navenda bajêr me çalakiya protestoyê lidar xist.”
Fredriksson diyar kir ku bi rêya Efrîniyên li Skovdeyê dijîn agahî ji mijar û bûyeran digrin û wiha domand; “Dagirkeriya dewleta Tirk li gorî qanûnên navnetewî provakasyone. Em dagirkeriyê şermezar dikin. Divê dewleta Tirk demildest hêzên xwe ji Efrînê vekişîne û Efrînî vegerin malên xwe.”