Ji bo Efrînê li Mîlano çalakî hate kirin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hatin şermezarkirin.

Çalakiya ku ji aliyê endamên Radîcalî Mîlano, Forza Europa û Komîteya Kurd ve hate organîzekirin, li ber Konsolosxaneya Tirk a li Mîlanoyê pêk hat.

Çalakgeran wêneyên ji komkujiyên li Efrînê hildan û dowîzên bi nivîsa "Erdogan ji Efrînê bicehime", "Erdogan Kurdan dikuje", "Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û NATO bi bêdengiyê dibin hevparê komkujiyê" hildan.

Qisekeran diyar kirin ku Kurdan ji bo mirovahiyê li dijî DAÎŞ'ê şer kirine û xwerêveberî mafê wan e.

Di dawiya çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bijî Efrîn" hatin qîrîn.