Li Îtalyayê geşedanên dawîn ên Kurdan hate gotûbêjkirin

Fûat Kav tevlî semînera li Îtalyayê bû û got ku hêzên dagirker li hemberî Efrînê bûne yek. Kav bang li enternasyonalîstan jî kir ku divê têkevin nav hewldanan.

Li bajarê Floransayê yê Îtalyayê rojnameger û nivîskarê Kurd Fûat Kav semînerek da ciwanên li Îtalyayê û geşedanên siyasî yên dawîn nirxand.

Semîner li eywana civînê ya Zanîngeha Floransayê hate lidarxistin. Ji xeynî xwendekaran gelek nûnerên rêxistinên çepgir, sosyalîst û komunîst tevlî semînerê bûn.

‘HÊZÊN DAGIRKER LI HEMBERÎ EFRÎNÊ BÛN YEK’

Fûat Kav qala Tevgera Azadiyê ya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Tevgera Azadiyê ji roja ku ava bûye, bûye hedefa hêzên emperyalîst.” Kav diyar kir, ligel êrîşan jî Kurdan li Rojava şoreşek li dar xistine û qala êrîşên hêzên dagirker kir.

Kav diyar kir ku dema DAÎŞ’ê berê xwe da Ewrûpayê van hêzan li Kobanê piştgirî dan YPG/YPJ’ê û got, “Ne ku Kurdan xwe nêzî wan hêzan kirin, wan hêzan xwe nêzî Kurdan kirin.”

Fûat Kav di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên enternasyonalîst kir ku divê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.