Li Girtîgeha Şakranê bi rê û rêbazên nû êşkence tê kirin

Girtiyên siyasî nerazîbûn nîşan dan ku girtiyên edlî li qewîşên wan hatine bicihkirin. Tevî vê yekê gefa kuştinê li girtiyên siyasî tê xwarin û di wesayita rîngê de êşkence li wan tê kirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya li Alîaga ya Îzmîrê, bi rê û rêbazên nû êşkence li girtiyên siyasî tê kirin. Girtiyên siyasî yên bi navê Nûsret Akbûlût, Mehmet Nûrî Yilmaz û Beşîr Daniş, berî bi du hefteyan dema dibirin nexweşxaneyê di wesayita rîngê de bûn hedefa êrîşa leşkeran. Ji ber êrîşa fîzîkî ya leşkerên Tirk, girtî birîndar bûn. Zext, zordarî û êşkenceya li girtîgehê roj bi roj zêde dibe. Lêgerîna il nava qewîşan ku berê mehê carekê dihate kirin, niha hefteyê du caran tê kirin.

Lêgerîn bi robocopan tê kirin. Xwendina pirtûkan jî li girtiyan qedexe dikin. Robocopên ketin odeyan hemû pirtûk komkirin. Her wiha destûrê nadin ku ji derve pirtûk bigihêjin ji girtiyan re. Radyoyên li odeyan jî hatin komkirin. Hate ragihandin ku rêveberiya girtîgehê hewl daye girtiyên edlî li qewîşên girtiyên siyasî bi cih bike. Girtiyên siyasî yên li ber vê yekê rabûn, bi gotina "em ê we bikujin" bûn hedefa tehdîtê.

Hiqûqnas Cemal Demîr li ser mijarê got, li gorî qanûnan nabe ku girtiyên siyasî û yên edlî li heman cihî bimînin.