Rejîma AKP'ê dest danî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî
Polîsên Tirk bi ser avahiya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û metbaaya wê de girtin, ku rojname lê dihate çapkirin. Yek jê xwediyê îmtiyazê 8 xebatkar hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk bi ser avahiya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û metbaaya wê de girtin, ku rojname lê dihate çapkirin. Yek jê xwediyê îmtiyazê 8 xebatkar hatin binçavkirin.
Tîmên taybet ên Tirk bi ser avahiyan de girtin û avahî seh kirin. Lêgerînê saet 00.30’an dest pê kir û heta 03.00’an dom kir. Parêzerên ku çûne avahiya navendî ya rojnameyê li peywirdarên Fona Sîgortayê ya Tesarrûfa Mewdûayê (TMSF) rast hatin.
Peywirdarê TMSF’ê ji parêzeran gotin qeyûm anîne ser Ozgurlukçu Demokrasiyê û Metbaaya Gunê ya Reklam, Film, Çapemeni, Weşan û Danasînê.
Peywirdar got, derbarê tayinkirina qeyûm ew ê ti agahiyê nedin û ji TMSF’ê dikarin agahiyê bistînin.
Diyar bû ku rayedarekî ji TMSF’ê bi rengê qeyûm anîne ser rojnameyê û metbeayê.
Rojname û metbaa ji hêla rejîma AKP’ê ve hate desteserkirin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, xwediyê îmtiyazê Îhsan Yaşar, Xwediyê Metbaa Gun Kasim Zengîn, xebatkarên metbaayê Erdogan Zamûr, Kemal Kûrt, Mûsa Kaya, Cemal Tûnç, Kemal Daşdogen û Îrfan Kara hatin binçavkirin.
JI HÊLA NÛÇEGIHANAN VE GIRTÎGEHA HERÎ MEZIN A CÎHANÊ
Tirkiye ji hêla nûçegihanan ve girtîgeha herî mezin e. Li gorî daneyên Platforma Hevgirtina bi Nûçegihanên Girtî re (TGDP) bi dîroka 16’ê Adara 2018’an li girtîgehên Tirkiyê 212 nûçegihan girtî ne.