Ji ber pîrozkirina Newrozê 28 kes li Stenbolê hatin girtin
Ji 43’ê kesên li Stenbolê ji ber pîrozkirina Newrozê hatibûn binçavkirin, 28 kes hatin girtin.
Ji 43’ê kesên li Stenbolê ji ber pîrozkirina Newrozê hatibûn binçavkirin, 28 kes hatin girtin.
Ji 73’ê kesên ku ji ber pîrozkirina bi coş a Newrozê, her wiha qîrkirina dirûşim û hejandina paçên rengên kesk, sor û zer ê di Qada Newrozê ya Bakirkoy a Stenbolê de hatibûn binçavkirin 43 kes bi daxwaza girtinê û îdîaya “Propgandakirina rêxistinê” sewqî 5,7,8,9,10’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin.
Di dema îfadedayînê de bi dehan parêzerên Platforma Ozgurlukçu Hukukçuler amade bûn. Îrfadeya her 43 kesan ji aliyê heman dadgeriya ceza ya sulhê ve hate girtin. Ercan Îlhan, Helîn Kaplan, Mizgîn Tekîn, Sabrî Akdemîr, Cengîz Tûsûn, Emrah Algemî, Ferhat Karaagaç, Îbrahîm Halîl Keçeç, Onûr Çîfîtçî, Selma Yonay, Selma Algemî, Mehdî DAg, Ozgur Unal, Yakûp Koroglû, Volkan Atmaca, Beyhan Aktaş, Nesîh Tûga, Saîda Hiznavî, Husna Gudem, Mizgîn Başak, Rifat Dayan, Gulîstan Yilmaz, Nuray Ceylan, Tûrgay Çeçen, Alî Aksoy, Ercan Çelîk, Abidîn Metîn û Çadaş Meşe yên îfade dan, bi sûcê “Propagandakirina rêxistinê” hatin girtin. 15 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.