Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civîna partiya xwe ya heftane de nirxandinên girîng kirin. Temellî, bal kişand ser rewşa siyasetmedarên kurd ên girtî û kesên di 30'ê Adara 1972’an de li Kizildere hatin kuştin û Rêberê nifşên 68'an Mahir Çayan û hevalên wî bibîr anî.
Temellî dîsa roja Şanogerên Cîhanê jî pîroz kir û wiha got: "Li ser dikê azadiyê dinivîsin. Em jî li qadan azadiyê dinivîsin. Me di Newrozê de li qadan azadî nivîsand.
‘HER KU AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIBE WÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ JÎ PÊŞ BIKEVE'
Temellî, da zanîn ku tevî hemû astengiyan bi milyonan gel daketin qadan û li dijî faşîzmê milên xwe dan hev û Newroz pîroz kirin. Temellî wiha got: “Li dijî Faşizmê mil dane hev û têkoşînê mezin dikin. Li dijî kesên siyaseta şer pêş dixin, li qadên Newrozê şêwirmendiyek xurt nîşan dan. Yên ku peykerê Kawa hilweşandin, li qadên Newrozê rastî milyonan hatin. Bi sed hezaran li dora agirê Kawa pêxistiye bûn yek. Nîşan dan ku Kawa ne kevir e. Ne peyker e. Kawa wijdan, mejî û dil e. Kawa têkoşîna li dijî zilma Dehaqan e. Kawa meşaleyaazadiyê ye. Her ku agirê Newrozê geş bibe têkoşîna azadiyê jî wê bidome. Sala par Kemal Kurkut hat kuştin. Em wî bibîr tînin. Her ku têkoşîna azadiyê bilind dibe ew jî binçavkirinan zêde dikin. Wisa difikirin ku wê bi binçavkirin û girtinê me têk bibin. Lê ne wisa ye. Tu kes gavan paşve navêje.'
KÊ ÊŞKENCE KIR
Temelli, bal kişand ser kesên beriya Newrozê û piştî Newrozê hatin binçavkirin û di bin çavan de rastî êşkenceyê hatin û wiha berdewam kir: "Hevalên me wekî 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê rastî êşkenceyê hatin. Berat Kiran û hevalên ciwan rastî êşkenceyê hatin. Divê hesapê vê yekê bê pirsin. Dîsa li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş bi rêk û pêk tênêşkence kirin. Divê ev yek bi dawî bibe."
‘AKP BI SIYASETA ŞER XWE XWEDÎ DIKE'
Temellî, anî ziman ku iktîdara AKP’ê bi siyaseta şer xwe li ser piyan dihêle û wiha got: "Îktîdar bi siyaseta şer xwe xwedî dike û sûcê mirovahiyê dike. ‘Efrîn dagir kir. Ev yek têra wê nake niha dixwaze Minbicê dagir bike. Îktîdar dixwaze li ser siyaseta şer hebûna xwe biparêze. Tenê li dervê sînor şer nake. li kolan û girtîgehan jî şer didomîne. Em bang li hikûmedê dikin û dixwazin demek berî demekê ji Efrînê derkevin. Em dixwazin tazmînata gel bidin wan û ji Efrînê derbikevin.
JI EFRÎNÊ DERKEVIN
Mixabin televîzyonên Tirkiye OSO wekî hêzên aştiyê yên NY'ê nîşan didin. Artêşa ku talan dike û wêran dike wekî artêşa aramiyê û rizgarkirinê nîşn dide. Em dibêjin Efrîn ya Efrînyan e. Li ser vê yekê berdevkên hikûmetê jî dibêjin Efrîn ya Efrînîyan e. Ger ku wisa be divê êdî ji nava axa Efrînê derkevin. Ne tenê hikûmte divê OSO û bermahiyên wê DAIŞ jî ji Efrînê derkevin.
'TAYINKIRINA WALÎ YA EFRÎNÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Temellî bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan a 'Em ê walî tayînî Efrînê bikin' da û wiha berdewam kir: "Çawa qeyûm tayînî şaredariyên me kirin niha dixwazin walî jî tayîni Efrînê bikin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li vir ruyê wan ê rastîn, ruyê wan ê şer û dagirkeriyê derdikeve holê. Dijminantiya kurdan derdikeve holê. Dixwazin nifûsa bajar biguherînin û hundirêher tiştî vala bikin. Ev sûcê mirovahiyê yê herî mezin e."
ERDOGAN ZENG GIRTIYE
Temelli, bal kişand ser gotinên Erdogan Erdogan a Westîna Metal (Zengirtina Metal) û wiha lê zêdekir: "Erdogan her roj di televîzyonan de ye. Di her kongreyê de Serokomar Erdogan heye. Hem Serokê AKP'ê û hem jî Serokomar e. Qala 'Zenga metal' dike. Niha dibêje dema raperînê ye. Dibêje li Efrînê raperînê dest pêkiriye. Dibêje sedema ketina min a Efrînê qezençkrina hilbijartinê ye. Lê di wan de westana metal tune. Zenga Erdogan heye. Te ev mirov pir westandin. Di demek nêzîk de ev mirov wê ji te xelas bibin."
PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ YE
Temellî, anî ziman ku pirsgirêka demokrasî û pirsgirêka kurd ji hev ne cuda ye û pirsgirêka kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe. Temellî, helwesta Kiliçdaroglu jî rexne kir û wiha got: "Îro her kes bi rêgezan di axive. Lê ev rêgez çine û çawa dikevin meriyetê li holê tune ye. Ger ku di nava van rêgezan de demokrasî û çareseriya pirsgirêka kurd tune be, pirsgirêk çareser nabe. Divê hûn li ser rêgeza li welat aştî, li cîhanê aştî tev bigerin. Divê hûn dest ji siyaseta aştiyê berdin. Temellî, bal kişand ser pirsgirêka aborî jî û wiha got: "Niha dolar bûye 4 lira. Di nava 5 salan de dolar ji sedî 115 buye devaluasyon. Aboriya Tirkiye şikestiye.
OSO TALAN DIKE Û WÊRAN DIKE
Temellî, bal kişand ser helwesta OSO ya li Efrînêû wiha bi dawî kir: "Li Efrînê cilên OSO li xwe kirine û talan dikin. Li vir jî qiyafetên Çiftlikbank li xwe kirine û talan dikin. Yên welat wekî çiftlîka bavê xwe dibînin talan dikin û wêran dikin. Ev tev hişmendiya talankirin û wêrankirinê ye. Talankirin ne tenê li Efrînê, li her derê talankirin û wêrankirin heye. Li Qoser, Wêranşar, Dêrik û bajarên Mêrdînê nêzî 200 gund ceyran ji ser wan qut kiriye."